Hejmara kesên xwe ji bo hilbijartinan pêşkêş dikin zêde dibe

DÊRIK/GIRKÊLEGÊ – Gelê bajarê Dêrikê û navçeya Girkê legê serdana buroyên komseriyê dikin û hejmara bernamzetên hilbijartinên Hevserokên Komînan li bajarê Dêrikê gihîşt 24 û li navçeya Girkêlegê jî 35 kesan.GIRKE-HELBJARTNA_ HEVSROKATIA_KOMINA1 ‫(1)‬

Bi destpêkirina qebûlkirina daxwaznameyên kesên dixwazin di hilbijartinan de bibin namzet zêde dibe.  Gelê herêma Dêrik û navçeyên Girkê Legê, Çilaxa û Til koçer serdana buroyên komseriya hilbijartinan kir û xwe wekî bernamezet pêşniyar dikin.

Rêvebera di Buroya Komseriya Bilind a bajarê Dêrikê Hiyam Ebdo destnîşan kir ku heta niha 24 kesan daxwaznameyênxwe pêşkêş kirine,  di nava wan de 7 jinên kurd, ereb û suriyan hene.

Li navçeya Girkê legê jî buroya komseriyê pêşniyarên gelê navçeya Girkê legê, Çil Axa û Til Koçber pêşwazî dike û li gor rêvebera buroyê Sitî Ebdulah heta niha 35 kesan di nav de 12 jin pêşniyara xwe pêşkeş kirine.GIRKE-HELBJARTNA_ HEVSROKATIA_KOMINA1 ‫(1)‬ ‫‬

Sîham Ibrahîm û Şofa Adem ên ji navçeya Girkê Legê xwe ji namzetiyê re pêşniyar kirin ,destnîşan kirin ku ew ê xizmeta gelê herêmê bikin û bang li her kesê ku dikare vê yekê bike, kirin ku navê xwe qeyd bike.

 

GIRKE-HELBJARTNA_ HEVSROKATIA_KOMINA1 ‫(166396418)‬ ‫‬

Check Also

Sabrî Ok: Rola Tirkiyê di destwerdana li ser Başûr de diyarker bû

NAVENDA NUÇEYAN – Endamê Desteya Rêveber a KCK Sabrî Ok, diyar kir ku ji bo çareseriya …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *