حركة المجتمع الديمقراطي

Jinên Ciwan dilsoziya xwe bi Ocalan re dubare kirin

715

NÛREDÎN OMER-RÛKAN ELO

EFRÎN – Jinên Ciwan ên beşdarî meşa 6 rojan a li Efrînê  bûn, dan zanîn ku ew ê her dem li baweriya Ocalan xwedî derkevin.LYLA IBRAHIM

Yekîtiya Ciwanên Rojava û Yekîtiya Jinên Ciwan Ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurda Abdulah Ocalan meşeke 6 rojan li seranserî kantona Efrînê lidarxistin. ciwanên jin ên tevlî meşê bibûn diyar kirin ku ew ê heta dawî xwedî li fikrê Ocalan derkevin.SELWA MIHEMED

Ciwana bi navê Leyla Ibrahîm da zanîn ku ew beşdarî meşê bûn ji bo ku ji AKP`ê re diyar bike ku ciwanên Efrînê heta dawî li pişt fikira Ocalan in û destnîşan kir ku ew amadene ji bo azadiya Ocalan şer bikin.SERIVAN MIHEMED

Jina bi navê Şerîvan Mihemed jî diyar kir ku ew ji herêma Cindêrisê heta navçeya Bilbilê meşiyan da ku ji cîhanê re diyar bikin ku, kesên xwedî îrade tu caran gav paş ve navêjin.

Jina ciwan a bi navê Sewa Mihemed jî bêdengiya navnetewî ya li hember êrîşên dewleta Tirk ku li ser Efrîn û Şehbayê pêk tên, her wiha Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurda Abdulah Ocalan  bi van gotinan rave kir: ʺEv yek nîşan dide ku ew jî hevalbendên komploya navnetewî ya li ser Rêber APO tê meşandin.”

(nse)

ANHA