EFRÎN – Komîteya Lêkolînên Jinê ya Kantona Efrînê, yekemîn navenda Jinolojiya bi merasîmekê, vekir.
Bi armanca lêkolîna dîroka jinê li tevahiya cîhanê, sererastkirina şaştiyên ku di derheqê jinê de di dîrokê de hatin kirin, xelasbûna ji feraseta cûdabûna di navbera jin û mêr de, Endamên Komîteya Lêkolînên Jinê di 4 mehên derbasbûyî de, bi rêya semîner û civînan Jinolojiya di nava Kantona Efrînê de belav, dikirin.
Di encama xebata ku 4 mehan dewam kir de, endaman îro navenda Jinolojiya bi merasîmeyekê li navenda Kantona Efrînê ya Herêma Efrînê, vekir.
Di merasîmê de, bi dehan jin, jinên di sazî û desteyên Rêveberiya Xweser de, Yekîtiya Jinên Êzidî, Rêxistina Sara ya Têkoşîna Şideta li Dijî Jinê, malbatên şehîdan, şervanên YPJ/G û birîndarên şoreşê, amade bûn.
Cihê şahiyê bi wêneyên şehîdan, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên saziyên jin ên Herêma Efrînê, hatibû xemlandin.
Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê, Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Sureya Hebeş axaftina vekirinê kir û vekirina navendê li Ocalan û hemû jinên cîhanê pîroz, kir. Sureya got ku di encama têkoşîna ku bi salan tê meşandin de, ev navend hate vekirin.
Ji Rêveberên Akademiya Jinolojiya ya Herêma Efrînê Dîrok Qehreman axivî û dîroka pêşkeşkirina Jinolojiya anî ziman û got:”Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 2008`an de Jinolojî pêşkeş kir. Ev zanist jinê ji zihniyeta mêrperest û desthiladar diparêze”.
Piştî axaftinan, deriyê navendê ji aliyê dayîkên şehîdan ve hate vekirin.
Di berdewamiya merasîmê de, Koma Şehîd Welat a Çand û Hunerê dîlanên xwe û Koma Kevana Zêrin jî stranên xwe, pêşkeş kirin.
Merasîma vekirinê bi gerandina govendê bi dawî bû.
(kc)
ANHA