NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandina YPG`ê nasnameya şervanekî ku di topbaran Tirkî de birîdar bibû û tevlî hemû hewldanan ne hate rizgarkirin û şehîd bû, îlan kir.
Navenda Ragihandina YPG`ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku di êrîşa beriya demekê ya li dijî gundê Merenaz de du hevalên wan şehîd bû û yek jî birîndar bibûn. Çayanê birîndar tevî hemû hewldanan xelas nebû û şehîd bû.
Daxuyaniyê wiha ye:
“Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên ku di bin fermandariya wî de tevdigerin êriş û binpêkirinên xwe li dijî Kantona Efrîn û Şehbayê berdewam dikin. Di êrişên bêserûber yên artêşa Tirk de hemwelatiyên her du kantonan bi awayekî rasteqîn tên hedef girtin û zirarekî mezin dibînin. Provakasyonên artêşa Tirk li herêma Maranez jî zêdetir bûye.
Herî dawî di 15’ê Tebaxê 2017’an de artêşa Tirk bi awayekî dijwar gundê Maranez û herêmên derdora wê bi top û çekên giran hedef girt ku di encamê de du rêhevalên me şehîd û birîndar bibûn. Hevalê me Çayan ku di nexweşxaneyê de dihate dermankirin tevî hemû hewldanan nehate xelaskirin û di 16’ê Tebaxê gihîştiye asta şehadetê.
Weke YPG û YPJ, serî de ji malbata şehîd, em ji hemû gelên Rojava re sersaxiyê dixwazin. Şopandina rêya şehîdan rêbaza herî xurt di berdewamiya têkoşîna wan e. Li ser vî esasî em carekî din soz didin ku bi parastina pêşeroja gelê xwe di her şert û mercekî de nehêlin destên teror û dagirkeriyê dirêjê vê axê bibin.
Nasnameya şehîd wiha ye:
Nasnav: Çayan Batman
Nav û Paşnav: Ercan Aytekîn
Navê Dayikê: Fikriye
Navê Bav: Musa
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / 16 Tebax 2017