حركة المجتمع الديمقراطي

‘TEV-DEM`ê êrîşa Barcelona şermezar kir

849

NAVENDA NÛÇEYAN – Komîteya Têkiliyên Diblomasî ya TEV-DEM`ê êrîşa terorî ya li Barcelona şermezar kir û da zanîn ku riya misogerkirina ewlekariyê zêdekirina hevkariya li dijî terorê ye. Komîteya Têkiliyên Diblomasî ya TEV-DEM`ê derbarê êrîşa terorî ya li Barcelona daxuyaniyek nivîskî belav kir û destnîşan kir ku pêwîstî bi zêdekirina hevkariya li dijî terorê heye.

TEV-DEM`ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ev êrîşa terorî nîşan dike ku şerê li dijî terorê û bi taybet operesyona YPG, YPJ, QSD`ê û Koalîsyona Navnetewî di paytexeta DAIŞ`ê ku de derbeyek herî giran ya li dijî terorê bû û cih girtiye.

TEV-DEM`ê ev êrîşa ku di encamê de 13 kesan jiyana xwe ji dest dan û hinên din jî birîndar bû, şermezar kir û diyar kir ku pêwîste hevkariya li dijî terorê bê zêdekirin û  alîgirên wan bê teşhîrkirin.Daxuyaniya TEV-DEM`ê wiha dewam kir:

“Em li Rojava destekdayîna civaka navnetewî ji projeya Federaliyê re erkekî bingehîn dibînin, taybet ku em xeta parastinê ya yekemîn li dijî terorê ne û her karekî diblomasî an jî leşkerî di vê çarçoveyê de serkeftine.”

Di dawiya daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên qurbaniyan, gelê û hikumeta Spanî re hat xwestin.