حركة المجتمع الديمقراطي

Ji bo vekirina dibistanên Tebqayê gelek xebat tên meşandin

822

TEBQA – Komîteya Perwerdeyê ya Meclîsa Tebqayê  pîlan kiriye ku dibistanan di meha Îlonê de vebike. Di vê çarçoveyê de, komîteyê serdana dibistanan kir û dest bi tomarkirina navê mamosteyên dê beşdarî perwerdeya  sala nû ya xwendinê ya 2017/2018`an bibin, kir.TEBQA-AMEDEKARIYA-VEKIRNA-DIBISTANAN ‫(149029377)‬ ‫‬

Tevî ku serjimariyeke fermî tune ye, lê bi hezaran şagirtên Tebqayê di encama qutbûna ji xwendinê ya 6 salên derbasbûyî de, xwendin û nivîsandinê baş nizanin.

Komîteya Perwerde ya Meclîsa Sivîl a Tebqayê, ji bo vekirina dibistanan careke din, dest bi gavên girîg kirin.

Di navbera sala 2012`an  heta Gulana 2017`an, berî ku QSD`ê di 10ʹê gulana 2017`an de Tebqayê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bike, dibistanên Tebqayê di wan deman de,  di bin serweriya komên çete de bû û wekî  cihên leşkerî û baregehên tevlîkirina zarokan nava xwe de, bikar tanîn.XANIM FEREC

Piraniya dibistanên bajarê Tebqayê, veguherîn wek xirabeyan, çeteyan dibistan bombe dikirin û diteqandin.

Di çarçoveya xebat û kedên ji bo ji nû ve vekirina dibistanên Tebqayê ku wê di meha Îlonê de bên vekirin, Komîteya Perwerde ya girêdayî Meclîsa Sivîl a Tebqayê, gelek xebat dan pêşiya xwe.

Têkildarî mijarê, Endamê Rêveber a Komîteya Perwerdeyê Xanim El-Ferec ev tişt got:”Me serdana dibistanên Tebqa, El-Cirniye û El-Mensûre kir û me rewşa wan şopand, da ku bi destpêka sala nû ya xwendinê re werin vekirin.”

Hejmarek mamoste bi kordîneya  Meclîsa Sivîl a Tebqayê re, bi awayekî dildarî dest bi dewreyên perwerde û amadekirinê kirin, da ku di sala nû  ya xwendinê de, mamoste li dibistanan werin erkdarkirin.TEBQA-AMEDEKARIYA-VEKIRNA-DIBISTANAN ‫(149029378)‬ ‫‬

El-Ferec got ku 4 dibistanên Tebqayê  bi tevahî hatine rûxandin.

Komîteya Perwerde bi pirsgirêka hebûna koçberan di nava dibistanan de, rû bi rûye. Têkildarî vê pirsgirêkê Endamê Rêveber ê Komîteya Perwerde û Hîndekariyê ev tişt anî ziman: “Koçber di piraniya dibistanan de bi cih dibin, ji ber vê yekê Komîteya Perwerde dê bi awayekî li pey hev, ji dibsitanên ku ji bo sala nû ya xwendinê re bi kêr tên ve dest bi vekirina dibistanan bike.”

Li gor agahiyên endamê rêveber dane , 5 dibistan hene ji sala nû ya xwendirê re bi kêr tên ku bên verkirin û wiha domand: “Em bi hemû hêza xwe kedan didin da ku di demên destnîşankirî de dibistan bên vekirin. Tenê di bajarê Tebqayê de 5 dibistan hatine amadekirin û ji vEkirinê re amade ne. Her wiha li gundewarên Tebqayê jî dibistana El-Esenoberî, Ibin Zeydûn, Qurtibe, El-Qadisiye, Fayiz Mensûr û Kindî jî hatine amadekirin.”TEBQA-AMEDEKARIYA-VEKIRNA-DIBISTANAN ‫(1)‬

Hersê astên xwendinê seretayî, amadeyî û navendî dê di dibistanan de bên xwendin û di serî de derfet ji kadroyên dersdayînê û xwedî tecrûbe re vekiriye ku xebatên perwerdehiyê de cih bigrin.

Di vê çarçovê de, 60 mamosteyan navên xwe li Komîteya Perwerde û Hîndekariyê tomar kirine, dê di nava sala nû ya xwendinê de dersan bidin xwendekaran. Hat zanîn ku hê deriyê tomarkirina mamosteyan vekiriye.

Tevî derfetên kêm ên Meclîsa Sivîl a Tebqayê, lê ji bo vekirina  dibistanan, meclîs dixwaze erkên xwe li hemberî zarokan bi cih bîne û di vê gavê de jî israr e.