حركة المجتمع الديمقراطي

Ji parêzerê Ocalan banga girîng

750

NAVENDA NÛÇEYAN – Yek ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Cengîz Yureklî bal kişand ku dewleta Tirk dixwaze civakê fêrî tecrîda girankirî bibe û êdî dengê xwe dernexîne. Lê belê vala derxistina vê planê bi têkoşînek hîn xurtir, hîn zêdetir daxwazkirina mafan re mumkun e. Cengîz Yureklî got ku ev mafê demokratîk ê hemû kes û saziyan û berpirsyariya mirovî ye.

Parêzer Cengîz Yureklî têkildarî tecrîda girankirî ku di asta îşkenceyê de li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin, bertekên li hemberî vê tecrîdê, hewldanên hiqûqî û tiştên ku divê bên kirin de, pirsên ANHA’yê bersivandin.

* Pêkanîna tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di kîjan atmosfere de destpê kir û hevdîtina bi parêzeran hat astengkirin. Her wiha ev tecrîd niha gihîştiye kîjan astê, hun dikarin zanyariyan bidin?

Destpêkê divê bê gotin ev rastiyek bênîqaş e ku têgeha “tecrîd”ê bi şertên Îmralî û mercên ku Birêz Ocalan tê de tê girtin re wekhev e. Lê belê bi israr di îfadekirina vê tiştê de feyde heye ku têgeha “tecrîd”ê bi tena serê xwe têrî pênasekirina pergala Îmralî nake. Di vê hêlê de pênasekirineke kêm e; pêwîste bê dîtin ev rewşeke wisa ye ku ji zû de tecrîd jî derbas kiriye. Di zimanê hiqûqê de tecrîd rêbazeke îşkenceya li dijî mirovahiyê ye. Li rex vê yekê rastiyek din jî heye ku her kes dizane ev 19 sal in ev îşkence bênavber tê meşandin û derxistine asta herî jor, her wiha ev yek ji aliyê Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) Rêxistina Pêşîgirtina Îşkenceyê (CPT) ve jî tê qebûlkirin.  Sîstema Îmraliyê hem ji aliyê tercîhkirina cih ve hem jî ji aliyê hunandina wê ve sîstemeke îşkenceyê ya ku tecrîdê digire navenda xwe.

Bi heman rengî, di çarçoveya pirsgirêka Kurd û Rojhilata Navîn de jî, wek rejîmeke şerê taybet hatiye dizaynkirin. Ji van hemû aliyan ve Îmralî qadeke derhiqûqî ye, lewre pênasekirinek hiqûqî wê kêm bimîne. Li gorî nirx û normên gerdûnî, tu mafekî heyî ji Ocalan re nehatiye dayîn. Pêkanînên pir sînordar û demkî yên ku bi temamî girêdayî keyfiyetê ne behsa gotinê ye. Ji bilî astengkirina mafên herî bingehîn ên weke danûstandin, ragihandin, derketina hewşê û tenduristîiyê; hevdîtina parêzer û malbatê jî bêyî ku tu hinceteke zagonî bê nîşandan hatiye astengkirin. Li gorî pergala zagonî ya netewî û zagonên navnetewî, ne mumkun e ku hevdîtinên bi parêzeran bên sînordarkirin an jî zeman bê diyarkirin. Li ji sala 1999’an û vir ve hevdîtina parêzan a bi Birêz Ocalan re hefteyê 2 saet, piştî demek kurt jî wekî saetekê hat diyarkirin.

Lê belê ev rewş nayê wateya ku hevdîtin hertim tên pêkanîn. Di her demekê de hevdîtin li gorî atmosfera siyasî, bi hincetên weke “keştî xerabe ye, muxalefeta hewayê (rewşa hewa xerab e)” hatin astengkirin. Bênavber astengikirina hevdîtina Birêz Ocalan a bi parêzeran re cara destpêkê di sala 2002’yan de, di tevahiya 3 heyvan de pêk hatiye. Ev rewş, wekî bersiveke ferzkirina bêçareserîtiyê ya li hember hewldanên Ocalan ên ji bo aştiyê yên wê demê hatiye pêşxistin. Paşê ev rewş domdar bû û di sala 2005’an de bi sererastkirina zagonî ya bi navê “zagonên Ocalan” re hê pêşdetir hatiye birin. Di dawiyê de piştî 27’ê Tîrmeha 2011’an, tevî hemû daxwaz û hewldanan jî bêtirî 6 salan bi tu awayî mumkun nebûye ku em wekî parêzer bi Birêz Ocalan re hevdîtinê pêk bînin. Ev pêvajo, rastî pêvajoya hevdîtinên ku di raya giştî de wekî “Hevdîtinên Oslo” tên zanîn û hevdîtinên ku li Îmraliyê hatin meşandin tê. Di wê pêvajoya hevdîtinên Îmraliyê de Birêz Ocalan pêşniyarên ji bo çareseriya demokratîk û aştiya mayînde kirin, proje pêş xistin. Tevî hemû hewldanên komplogerîyê û bêderfetiyan jî Birêz Ocalan hewldanên xwe yên aştiyê bi israr meşandin. Lê li hemberî van hewldanan mafên herî bingehîn jî bi awayekî ku tu pîvanên exlaqî qebûl nakin wekî amûrek şantaj û îşkenceyê hatiye bikaranîn.

Bi taybet divê em bi israr bale bikişînin ku di vê dema em tê de ne, em bi tu awayî ji Birêz Ocalan û hersê muwekîlên me yên din ku li Girava Îmralî dimînin, agahî nagirin. Piştî 11’yê Îlona 2016’an bi name, faks an jî rêbazên weke van bi awayekî rasterast an jî nerasterast jî bidestxistina agahiyê pêkan (mimkûn) nebûye. Rewşa ku me nekarî agahiyên teqez bigirin bi xwe re bandorên neyînî û nayên qebûlkirin tecrîdê, her wiha tunebûna agahiyan jî anî. Ev rewş, rasterast li ser şert û mercên jiyana muwekîlên me, di serî de jî li ser ewlehî û tenduristiya wan rîsk û gumanan ava dike.

*Rapora CPT’yê ya li ser Îmraliyê çima nehat weşandin, hûn helwesta CPT çawa dinirxînin?

Pergala Îmralî pergaleke navneteweyî ye û pêwîste armancên komplogeran ên hedef dikin û rêbazên ku dişopînin baş bêne tespitkirin. Ji milekî ve aliyê civakî û polîtîk di deravek cuda de tê meşandin; saziyên bingehîn ên pergala hiqûqa Ewrûpayê CPT û DMME rola kamuflekirina (sergirtina) vê pergala îşkenceyê ya li ser tecrîdê hatiye avakirin, girtiye ser xwe. Her çiqas dîmenek wekî ku çareseriyên demkî tên dîtin hebe jî, di domdarkirina pergala pergala tecrîda Îmraliyê de berpirsyariya van saziyan a ku pirsgirêkê ji bo demê dihêle û bincil (nixûmandin) dike, diyarker e.

Ev saziyên ku armanca hebûna wan parastina mafê mirovan û  venêrandina (teftîşkirina) qedexeya îşkenceyê ye, li ser qadeke derhiqûqî ya weke Îmraliyê nebûne xwediyên mueyîdeyên (Ceza) teqez. Ev jî ne rewşeke wisa ye ku bi hiqûqê bê îzahkirin. Taybet piştî 15’ê Tîrmehê têkildarî ewlehiya Birêz Ocalan daneyên pir zelal derketin holê. Li ser van daneyan gelek caran bang li CPT hatiye kirin, lê dîsa jî şertên jiyanê yên Birêz Ocalan di cîh de nehatin lêkolînkirin. Tevî ku piştî 15’ê Tîrmehê sê caran serdana girtîgehên Tirkiyeyê kiriye jî, tene yek carekî jî serdana Îmraliyê ya di bin xeterî û tehdîda herî mezin de ye, nebûye mijara gotinê. Li gorî vê rewşê yan deriyên Îmraliyê ji bo CPT hatine girin, an jî tê wateya ku lihevkirinek heye. Herdu rewş jî bi tu awayî nayên qabûlkirin.

Li gorî zagonan mafê sazî û şandeyên cûda jî heye ku biçin serdana girtîgehan, lê ji bo Îmralî ev mekanizmaya venêrandinek bi vî rengî ne gengaz e. Taybetmendiya bingehîn a CPT’yê li vir dikeve dewreyê. Saziya tekane ku dikare serdana Îmralî bike û agahî bide raya giştî ew e. Ji ber vê sedemê di rewşeke ku agahiya teqez neyê girtin de, bi awayekî goranî (îzafî) tekane çavkaniya serbixwe ya agahiyan CPT ye. Lê belê derbarê serdana xwe ya li Îmralî ku 28-29’ê Avrêla 2016’an de pêkanî de heta niha tevî ku salek û nîv derbas bûye jî rapora xwe ya tespît û pêşniyar tê de hene, eşkere nekiriye. CPT li gorî peymana xwe, tenê dema welatê muxatabê wê ye destûr bide dikare eşkere bike. Di vê rewşê de tişta zelal ew e ku Tirkiye destur nade, lewre ew jî nikare eşkere bike. Eşkerekirina vê raporê ne cezakirin e (mueyîde), tenê wesfa agahdarkirina raya giştî ye, nexwe pêşniyar, çavderî û mijarên ku di raporê de cîh digirin hebûna xwe didomînin. Lê têvî vê yekî jî, ger ku Tirkiye nahêle rapor bê eşkerekirin, wê demê dixwaze pêşiya teşhîrkirina bêhiqûqiya heyî ya derbarê Îmrali ku ev demek dirêj e têkilî bi wir re pêk nayê, bigire. Hewldana veşartina agahiyan a ji raya giştî û civaka navnetewî ye.

*Hûn bêdengiya civaka navnetewî ya li hemberî tecrîda girankirî ya li ser Ocalan çawa dinirxînin?

Ger ku bi gotina “civaka navnetewî” behsa dewletan û saziyên wan ên hevpar tê kirin, di bin komploya li ser Birêz Ocalan tê pêkanîn de zemîna polîtîk-aborî û nirxên wan ên bazirganiyê heye û ev ji bêdengiyê wirdetir tê wateya rewşa hevpariyê. Rewşa heyî; wekî ku Birêz Ocalan di paraznameyên xwe de bi berfirehî aniye ziman, li hemberî dozîneya (teza) modernîteya demokratîk, êrîşeke ku hêzên modernîteya kapîtalîst dimeşîne ye. Di kesayeta Birêz Ocalan de aşitiya mayînde, çareseriya demokratîk û vîna bi hev re jiyankirinê ya gelên Rojhilata Navîn hedef tê girtin. Nexwe wekî din, domandina pergala Îmraliyê ya 19 sala û statûya rehînetiyê ya li ser Birêz Ocalan ne gengaz e.

Lê belê qasî ku em dibînin û çavdêriyê dikin, ji civakên cihêreng ên saziyên derveyî dewletan, raya giştî ya demokratîk, rewşenbîr, ramyar li gelek navendên cîhanê vê rewşê napejirînin. Di gelek platforman de dikevin nava hewldanan û mafên xwe yên demokratîk bikar tînin. Tecrîda heyî şermezar dikin û wekî hêza çareseriya qeyrana heyî azadiya Birêz Ocalan dixwazin. Di vê çarçoveyê li ser navê gelan ji bêdengiyê zêdetir pirsa “Gelo têrî dike yan na? dikare bê pirsîn. Lê mirov nikare bertek û têkoşîneke beşên cuda yên civakê ku li hemberî konsepta êrîşkar a li ser Birêz Ocalan tê meşandin înkar bike.

*Wekî parêzeran hûn dikarin derbarê xebat û plansaziyên xwe yên li hemberî tecrîdê agahî bidin?

Nêzikatiya li hemberî Birêz Ocalan û pergala tecrîdê ya Îmraliyê xwe wek derhiqûqiyê nîşan dide. Ji ber vê sedemê, astengkirina daxwazên hiqûqî û bêencam mayîna wê rastiyek e. Lê belê derbaskirina vê mijarê, bi hîn zêdetir şixulandina mekanîzmayên cuda ên darazê, hîn zêdetir û bihêz daxwazkirina mafan re dikare bê pêkanîn. Wek parêzeran, qasî avakirina mafê parastinê yê muwekîlê me, kontrolkirina mercên ewlehî û tenduristiya wî, têkildarî vê mijarê di warê hiqûqî de ketina nava hewldanan; qasî ku mafê me ye ew qas jî berpirsyartiya me ya bingehîn a pîşeyî ye jî.

Divê destpêkê bê zanîn ku pergala înfazê (bicîhanînê) li gorî maf û û azadiyên bingehîn ên mirovan tê meşandin an na. Ji bilî dozên Birêz Ocalan ên ku niha berdewam dikin, ji bo bidawîkirina rewşa teqez a tecrîda, hem di qada netewî hem jî ya navnetewî de ji bo mekanîzmayên darazên di gelek mijaran de serlêdanên me hene. Di serî de rewşa tenduristiyê û mafê serdanê ya Birêz Ocalan, ji bo bidestxistina mafên din ên bingehîn ku ji hêla zagonan ve hatine naskirin jî hewldanên me yên zagonî mijara gotinê ye. Wekî din derbarê rayedarên ku van maf û daxwazan bi awayekî derveyî hiqûq û zagonan asteng dikin de, rê û rêzanên (prosedurên) weke gilîkirin tên bikaranîn. Derbarê tecrîdê de CPT û DMME hertim tên agahdarkirin, her wiha ji bo komîsyonên Neteweyên Yekbûyî (NY) ên ku bi mijara îşkenceyê re mijul dibin jî serlêdan tê kirin. Dîsa mafê civakê yê agahî girtin û daxwazkirina agahiyê heye. Dema mijar dibe Birêz Ocalan, ji bo raya giştî xwe gihandina agahiyê di asta jiyanî de ye. Ji vî alî ve, pêwîste pergala Îmralî ji her alî ve were teşhîrkirin. Bi astengkirina çavkaniyên agahiyê re tê xwestin ku civak fêrî tecrîdê bibe. Lewma valaderxistina vê planê ji bo hemû kes û saziyan mafê herî bingehîn ê demokratîk û berpirsyariya mirovî ye.