حركة المجتمع الديمقراطي

Bayik: karekterê sûriyê wê Reqa diyar bike

820

NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserokên KCK`ê Cemîl Bayik da zanîn ku dahatuya Rojava û Bakurê Sûriyê bi esasî piştî rizgarkirina Reqayê wê were diyarkirin. Wê beloqtir bibe bê ka Sûriye wê bi çi karekterî be.

Hevserokê Konseya Rêveber ê KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku teqez e ku DAIŞ wê li Reqayê têk biçe û got DAIŞ bi esasî wê bixwaze li ser sînorên Iraq-Sûriyê xwe domdar bike. Bayik got: ‘’Dahatuya Rojava û Bakurê Sûriyê bi esasî piştî azadkirina Reqayê wê diyar bibe. Helbet wê ne tenê rewşa Şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyê diyar bibe, her wiha piştî rizgariya Reqayê wê diyar bibe ku Sûriyeye demokratîk wê bi kîjan karekterî be.’’

Hevserokê Konseya Rêveber ê KCK’ê Cemîl Bayik ji rojnameya Ozgur Polîtîkayê re axivî. Derbarê dahatuya Sûriyê, Rojava û Bakurê Sûriyê  û Pêngava Rizgarkirina Reqeayê axivî.

 ‘DAIŞ WÊ HÊZA XWE BIKIŞÎNE IRAQÊ’

Hevserokê Konseya Rêveber ê KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku DAIŞ wê li Reqayê têk biçe û bêhtir wê xwe bikişîne ser sînorên Iraq-Sûriyê:

‘’DAIŞ wê li Reqayê têk biçe, li Dêrezorê wê têk biçe. Bi giştî li Iraqê wê bi cih bibe; wê hêza xwe bikişîne Iraqê. Lê di nav vê çarçoveyê de li ser sînorê Iraq-Sûriyê jî wê hebûna xwe bidomîne. Ji ber ku beşek ji sînorê Iraq û Sûriyê xwedî kûrahiya çolê ye. Jixwe di şervaniya Ereb de heye ku serdestî kûrahiya çolê be, bi çanda ku kûrahiya çolê çêkirî, bi vê hişmendiyê karekterê ku li wan deran bimînin bi wan re heye. Dibe ku bi balafirên keşfê şervaniya çolê avantaja xwe ya berê nemabe lê dîsa jî xuya dike ku DAIŞ wê hewl bide ku li herêma Sûnî xwe xurt bike, dîsa bi astekê wê hewl bide li ser sînorê Sûriyê xwe bidomîne. Lê li Reqayê, li nav Sûriyê êdî DAIŞ wê nikaribe çalak be. Bi qutebirî DAIŞ wê vegere xakên ku lê bûye, mezin bûye û xurt bûye. Wê hebûna xwe ya esasî, hêza xwe hewl bide bi hêzên civakî ku xwe dispêriyê nîşan bide.’

 ‘KAREKTERÊ SÛRIYÊ WÊ REQA DIYAR BIKE’

Bayik diyar kir ku Reqa wê bandora xwe tenê li ser Rojava, Bakurê Sûriyê neke lê her wiha wê bandora xwe li ser tevahiya Sûriyê bike:

‘’Dahatuya Rojava û Bakurê Sûriyê bi esasî piştî azadkirina Reqayê wê diyar bibe. Helbet wê ne tenê rewşa Şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyê diyar bibe, her wiha piştî rizgariya Reqayê wê diyar bibe ku Sûriyeye demokratîk wê bi kîjan karekterî be. Di babeta Sûriyê de her kes wê zelaltir ber xwe  bibîne. Reqa wê roleke wiha ya dîrokî bilîze. Bi azadkirina Reqayê wê yekerebûna Bakurê Sûriyê pêk were. Bi azadbûna Reqayê wê Bakurê Sûriyê bibe xwedî cografyayeke yekere, bibe xwedî taybetmendiya federasyoneke yekere. Ji bo vê jî ji bo Federasyona Bakurê Sûriyê Reqa pir girîng e. Bi taybetî bajarê Ereb e. Piştî ku şervanên Ereban ku di nav de Kurd jî hene bajar rizgar kirin di serî de Ereb, Kurd jî, hêzên dî jî wê bajarekî ku ji hêla Meclîsa Reqayê ve tê birêvebirin derkeve holê. Reqa di heman demê de li Bakurê Sûriyê wê tifaqa Ereb û Kurdan qeyîmtir jî bike. Ereb û Kurdan li Rojava, li Bakurê Sûriyê li dijî DAIŞ’ê tifaqeke qeyîm danîn, bûne hevpar. Belkî zêde xuya nekir lê di şerê dijî DAIŞ’ê de bi sedan şehîdên Ereb hene. Îro jî li Reqayê şehîdan didin. Ev hemû perspektîfa neteweya demokratîk a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê destnîşan dike. Projeya neteweya demokratîk a ku xwe dispêrê civaka demokratîk a Rêber Apo, avaniya konfederalîzma demokratîk li Bakurê Sûriyê bi gewde bûye.’’

‘XWEDIYÊ REQAYÊ WÊ REQAYÊ BI RÊ VE BIBIN’

Hevserokê Konseya Rêveber ê KCK’ê li ser rengê rêvebirina Reqayê jî got:

‘‘Reqa wê ji hêla Reqayiyan ve were birêvebirin. Reqa wê ji hêla xwediyên Reqayê ve were birêvebirin. Kî ne ev? Ereb, Kurd, Sûryanî û civakên dî. Yekî ji derve wê nikaribe Reqayê bi rê ve bibe. Reqa wê ji hêla xwediyê wê ve û ji hêla meclîsên demokratîk ve were birêvebirin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk jî wê bibe xweparastina wan.’

Bayik bi domdarî got: ‘’Rizgarkirina Reqayê tenê wê qedera Rojava û Bakurê Sûriyê diyar neke. Bêguman piştî Reqayê Bakurê Sûriyê wê beloqtir derkeve holê. Bi wateya rastî wê Federasyona Bakurê Sûriyê diyar bibe.’’

 ‘JI CINÊV Û ASTAYAN TI ENCAM DERNAKEVE’

Bayik diyar kir ku ji Cinêv û Astanayê wê ti encam derneyê û diyarker Reqa ye:

‘’Rastiya Federasyona Bakurê Sûriyê ku wê reng bide hemû Sûriyê wê bi Reqayê re xurt bibe. Ev ê bi teqezî wiha be. Li ser demokrasiya xwecih ku Şoreşa Rojava destpêkê diparast û li ser xweseriyê, li ser civaka demokratîk a rêxistinî, li ser zemîna konfederalîzma demokratîk wê federasyona demokratîk a Bakurê Sûriyê derkeve holê. Ev helwest wê reng bide Sûriyeya demokratîk jî. Serdema pêş me wê bibe serdema ku Federasyona Sûriyeya Demokratîk bi gewde dibe. Wiha ji Cinêv û Astanayan ti encam dernakeve.’’