حركة المجتمع الديمقراطي

koçberên Rûbar 4 car in ji çadiran direvin

758

XALID HESEN

EFRÎN – Koçberên kampa Rûbar ji ber topbarana dewleta Tirk ku li hawirdora kampê pêk tê bi tirsin û neçar dibin ku çadirên xwe terik bikin.AESA ALAHMED

Artêşa Tirk şeva bihurî bi 30 topî kampa Rûbar hedef girt û ji ber wê penaber neçar man ji çadirên xwe birevin û xwe spartin malên sivîlan ên li gundê Basilê ya  navçeya Şêrewa.

Koçberekê ku nexwest navê xwe eşkere bike got: “Em aramiyê dixwazin, Tirkiye çi ji me dixwaze, em ji terora çeteyan reviyan û me malên xwe terk kirin, em bi kur de diçin tên topbarankirin, bes tirs, çi sucê zarokên me hene ku koçber bibin, heta kengî dê ev yek bidome?”

Jina bi navê Ayîşe Ehmed jî da zanîn ku ev çar carin kamp û derdora wê tê hedefgirtin û wiha behsa rewşa wan kir” her carê em ditirsin û direvin nava da û malên şêniyên gundê Basilê, keçikeke min ya 9 salî heye, her ku dengê topbaranê dibihîse, pir ditirse.”

Ayîşe ji aliyên navnetewî daxwaz kir ku sînorek ji topbarana Tirkiyeyê re bê danîn.EFRIN-SERAWA-KOCBER-RAVIN-COLE (3)

Zaroka 10 salî Heyat Omer jî dibêje” em di çadirên xwe de razayî bûn, dema me dengê topan bihîst, ez xas tevî birayên xwe yên biçûk reviyam û me xwe veşart.”

Hêjayî gotinê ye ku ev çar carin artêşa Tirk kampa Rûbar hedef digire û gel neçar dibe xwe bispêre cihên destşiştên ên ji keviran hatiye avakirin.