حركة المجتمع الديمقراطي

Desteya Serokatiya Fedraliyê xala 4ʹan a hilbijartinê erê kir

3,234

QAMIŞLO – Desteya Rêveber a Fedraliya Bakurê Sûriyê di civîna xwe de xala 4ʹan a pêkanîna qanûna hilbijartinan erê kir û kursiyên sê herêman wekî 300 kursî diyar kir.QAMISLO-EREKIRINA-LI-SER-BENDA-CARAN1 ‫(1)‬ ‫‬

Xala 4ʹan ji lîsteya Rêveber a Qanûna Hilbijartinên Fedraliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê ku ji aliyê Komseriya Bilind a Hilbijartinan hatibû rawestandin. Piştî ku pêşniyar ji Meclîsên Zagonsaz hatin pêşkêşkirin, civîn ji bo êrîkirina qanûnê hate lidarxistin. Civîn îro hate lidarxistin û nisbeta kursiyên sê herêman wekî 300 kursî hate diyarkirin. Hejmara kursiyên her herêmekê jî piştî girtina hijmartina her herêmekê pêk hat.

Civîn bi rêzgirtinê li salona civînan a TEV-DEM ya Qamişlo hate liarxistin. Hevserokên Desteya Rêveber ên fedraliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Foza Yûsif û Senherîb Bersûm, her wiha nûnerên Komseriyên Bilind ên sê herêman beşdarî civînê bûn.

Di civînê de Hevseroka Desteya Rêveber Foza Yûsif xala 4ʹan xwend û paşê pêşniyarên ku ji meclîsên zagonsaz hatine kirin, hatin xwendin.

Di berdewama civînê de nisbeta kursiyan ji hersê herêman re 300 endam diyar kirin. Di civînê de her wiha xala 4ʹan hate erêkirin.

Beşdarên civînê diyar kirin ku dê di saetên pêş de lîste bi temamî were diyarkirin.