حركة المجتمع الديمقراطي

Li Efrîn û Şehbayê çeteyên Tirkiyê derbên giran xwarin

3,119

EFRÎN/ŞEHBA – Hêzên Şoreşger û YPG/YPJ`ê bersiva êrîşên  êrîşên çeteyên Artêşa Tirk ên li ser Efrîn dan û êrîşên wan vala derxistin. Di encama bersivdayînê de 17 çete hatin kuştin û 7 çete birîndar bûn, her wiha 2 dozerên çeteyan hatin rûxandin û balefireke keşfê ya Tirkiyê dema li ser navçeya Bilbilê digeriya anîn xwar.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wî şeva derbasbûyî êrîşên berfireh anîn ser gundên Kantonên Şehbayê û Efrînê. Çeteyan êrîşî gundên Celbirê, derdora Kampa Rûbar, Qestel Cindo, Kefir Xaşir ên kantona Efrînê û bajarokê Til Rifet û gundê Şêx Îsa Hisiyê, Til Medîq Qulsiroc ên Kantona Şehbayê kirin. Di dema êrîşê de balafirên keşfê yên Artêşa Tirk li ser herêmê digeriyan. Topbarana çeteyan heta saetên sibê dewam kir.

Nûçegîhanên me ji herêmên Şehbayê diyar kirin ku hêzên Şoreşger bersiva êrîşên çeteyan ên li ser kantona Şehbayê dan dan. Di encama bersivdayînê de bendozerek çeteyan li çerxereya gundê Til Medîq û Tiwîs rûxandin. Nûçegîhanê me dîmenê tirêksê kişandin.

Çavkaniyên leşkerî di hêzên Şoreşger de diyar kirin ku li çerxereya gundê Til Malid û Hisiyê 17 çete hatin kuştin û 7 birînda bûn.

Tevî gelek aliyên herêmî êrîşên dewletaTirk û çeteyên wê êrîşan şermezar dikin, her wiha bandora êrîşan a li ser hemeleya Reqayê ku şervanên QSDʹê bi alîkariya Koalîsyoan Navdewletî ya li dijî DAIŞʹê pêk tîne, jî Artêşa Tirk û çeteyên wê êrîşên xwe didomînin.

Li aliyê dijî jî şervanên YPGʹê YPJ`ê bersiva êrîşên çeteyan ên li ser gundên Kefir Haşir, Celbirê û Qestel Cindo dan. Nûçegîhanên ANHA`yê ji herêmê ragihandin ku şervanan 10 çete li çerxereya gundê Kefir Xaşir kuştin.

Di heman demêde hêzên şoşeşger balafireke keşfê ya Artêşa Tirk li ser navçeya Bilbilê digeriya anîn xwarê.