حركة المجتمع الديمقراطي

YPG`ê nasnameya 3 şehîdan eşker kir

915

NAVENDA NÛÇEYAN– Navenda Ragihandina YPG`ê nasnameya 2 şervanên YPGʹê yên li Reqayê û şervanekî ku ji ber topbarana Arêtşa Tirk şehîd bûne eşkere kir.

Navenda Ragihandina YPG`ê bi daxuyaniyek nivîskî nasnameya 3 şervanên YPG`ê ku du jê di hemleya rizgarkirina Reqayê de û yek jî di topbarana Artêşa Tirk a li ser herêmên Efrînê de şehîd bûne, eşker kir.

Daxuyaniya YPG`ê wiha ye:

Yekîneyên Parastina Gel (YPG ) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ji bo parastin û ewlehiya herêma Rojava û Bakurê Suriyê him li dijî çeteyên DAIŞ’ê li Reqqayê şer dikin him jî li hember armanca dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wî ji bo dagirkirina xaka Rojava xeta parastinê de ye.

Pêngava Rizgarkirina Reqqayê ku kete roja 73’an li çar aliyên bajarê Reqqayê şerên giran diqewim in û pêşveçûyîna şervanan didome. du rêhevalên me ku pêşveçuyîna şervanan ya Reqqayê de li hember çeteyan bi qehremanî şer kirin, gihîştine şehadetê.

Her wiha roja 15’ê Tebaxê encama topbarana dewleta Tirk a dagirker li ser gund û herêmên Efrînê de rêhevalekî me gihîştiye şehadetê.

Em weke YPG û YPJ hemû şehîdên me yên qehreman bibîr tînin û sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelê me re dixwazin. Me çawa ku roja destpêkê ve soza parastina xaka xwe kir, em li ser vê soza xwe ne û berdêlê vê çi dibe bila bibe emê wek hertim li ser soza xwe bin.

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

Egîd Dilxwaz

Nasnav: Egîd Dilxwaz

Nav û Paşnav: Egîd Şêxo

Navê Dayikê: Firyal

Navê Bav: Mihemed

Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / 15 Tebax 2017

Esmer Hesekê

Nasnav: Esmer Hesekê

Nav û Paşnav: Mihemed Hesen

Navê Dayikê: Qedriye

Navê Bav: Ebdilcebar

Cihê Ji Dayikbûnê: Amudê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 14 Tebax 2017

Koçer Amudê

Nasnav: Koçer Amudê

Nav û Paşnav: Xelîl Şêx Elî

Navê Dayikê: Edle

Navê Bav: Hisên

Cihê Ji Dayikbûnê: Amudê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 14 Tebax 2017