حركة المجتمع الديمقراطي

Şervanan wiha sivîlên di çemberê de mabûn, rizgar kirin

766

WARŞÎN SALIH

REQA- Li texa Deriyê ya rojavayê Reqayê ev bibû du meh ku sivîl di çemberê de bûn û du roj jî bê av û xwarin li benda şervanan bûn.REQA-PISTI-SER-PEVCUNEN-DIJWAR-SERVAN-BI-DIHAN-SIVIL-XILASKIRIN1 ‫(141427201)‬ ‫‬

Li taxa Deriyê ya rojavayê Reqayê ev bûye mehek ku di navbera şervanên QSD`ê û çeteyên DAIŞ`ê şer bi giranî diqewimê. Bi dehan sivîlên ku ev bibû du meh di çemberê de bûn û du roj jî bê av û vexwarin li benda şervanan bûn, hatin rizgarkirin.

ervanên QSD`ê ji bo bi sivîlan re bibin alîkar û wan ji qadên şer bighînin ciyên bi ewle mirina xwe dabûn ber çavên xwe.

Piştî ku sivîl ji qadên şer rizgar kirin û ji bo wan bighînin herêmên bi ewle her di nava tevgerê de bûn. Bi dayîkan re dibin alîkar û zarokên wan dixin erebeyan de. Jinên ku nikarbin têkevin erebeyan de jî destekê didin wan.

Berî ku sivîlên rizgarkirî birêbikevin dayîka ixtiyar ji dilxweşiyê re şervanê QSD`ê bi germî hembêz kir. Jinan jî xwe negirtin û ji kêfan re tilîliyandin û ji çavên hinekan jî rondik hatin xwarê. Berî ku ji şervanên ew rizgarkirin veqetin, gotin:ʺ Xwedê bi we re beʺ.