حركة المجتمع الديمقراطي

Daxwaznameyên namzetiya hilbijartinanên komînan têne wergirtin

788

GIRKÊ LEGÊ – Buroya Komseriya Bilind a Hilbijartinan li navçeyên Girkê Legê,Çilaxa û Til Koçber dest bi qebûlkirina navê namzetên hilbijartinên Hevserokatiya Komînan kirin. Ji duh ve 10 namzetan navê xwe pêşkêş kirin.GIRKE_SERDENE_BIRENDAMIYE_KOMINE (2)

Komseriya Bilind a Hilbijartinan ji duh ve ragîhand ku êdî dest bi qebûlkirina navê namzetên ku xwe ji bo hilbijartinên Hevserokatiya Komînan ku tê payîn di 22ʹê êlonê de were lidarxistin, navê xwe pêşniyar bikin.

Welatiyên ku dixwazin navên xwe wekî namzet ji bo hilbijartinên hevserokatiya komînan li Navçeyên Girkê Legê,Çilaxa û Til Koçber  pêşniyar bikin, dest bi serlêdana navenda Komseriyê ku cihê wê li navenda Meclîsa Navçeya Girkê Legê ye û navê xwe pêşniyar kirin. Ji duh û heta niha ve 10 kesan navên xwe wekî namzet pêşniyar kirin.STE EBDULLAH

Endama Komseriya Bilind a Hilbijartinan a navçeya Girkê Legê Sitî Ebdulah got ji duh ve 10 kesan navên xwe pêşniyarkirine.

Komseriya Bilind a Hilbijartinan dê ji 31ʹê tebaxê û heta 7ʹê Êlonê daxwaznameyên wan lêkolîn bikin û di 8ʹê Êlonê de navên hatine qebûlkirine.