NAVENDA NÛÇEYAN – Herêma Efrînê ji Kantona Efrîn û Şehbayê pêk tê û di nava xwe de 10 navçeyên sereke dihewîne.
Li gorî dabeşkirina rêveberiyên Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyê, herêmên Bakûrê Sûriyê sê herêman pêk tê(Herêma Cizîrê, Herêma Efrînê, Herêma Firatê).
Dabeşkirina rêveberiyan li ser esasê dawîkirina bîrokrasiya ku bi rêya sîstema navendî hatiye avakirin û parastina her herêmekê li gorî taybetmendiyên wê. Li ser vî esasî Herêma Efrînê dabeşî 10 navçeyên sereke bûn.
Navçe jî beşek ji herêmê ye û pêwîst e hejmara nifûsên wê ne kêmî 15 hezar kesî be û dibe ku navenda navçeyê bajar yan jî bajarok be.
Herêma Efrînê wiha hate dabeşkirin:
-Herêrêma Efrînê ji Kantona Efrîn û Şehbayê pêk tê.
1-KANTONA EFRÎNÊ:
-Kantona Efrînê ji sê herêman pêk tê: Herêma Efrîn, Herêma Cindirêsê, Herêma Raco
*Herêma Efrînê: Ji navenda bajarê Efrînê û bajarok, gund û mezreyên girêdayî wê û 4 navçeyan pêk tê:
1-Navçeya Şêrawa
2-Navçeya Mabata
3-Navçeya Şeran
4-Navçeya Mîdanka
*Herêma Cindirêsê: Ji navenad bajarê Cindirêsê, bajarok, gundewarên wê, mezre û navçeya Şiyê pêk tê.
*Herêma Raco: Ji navenda bajarê Raco, bajarok, gundewarên wê, mezre û 3 navçeyan pêk tê:
1-Navçeya Bilbilê
2-Navçeya Mîdana
3-Navçeya Behdîna
2- KANTONA ŞEHBA
-Kantona Şehba ji Herêma Til Rifet û 3 navçeyan pêk tê.
*Herêma Til Rifet: Ji navenda bajarê Til Rifet, gundewarên wê, mezre û 3 navçeyan pêk tê:
1-Navçeya Ehrez
2-Navçeya Fafîn
3-Navçeya Kefernaya