حركة المجتمع الديمقراطي

Lêkolîner: Hilbijartinên federaliyê di dema guncaw de hatiye

760

DIYAR EHMO

QAMIŞLO – Lêkolîner û Nivîskarê Kurd Salih Heydo da zanîn ku vexwendina Meclîsa Damezrêner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyê ji bo hilbijartinan, di dema guncaw de hatiye û divê tevahî gel, alî û partiyên herêmê beşdarî hilbijartinan bibin.

Salih Heydo derbarê hilbijartinên federaliyê ku wê di dema pêş de li Bakûrê Sûriyê werê destpêkirin, ji ANHA`yê re axivî û diyar kir ku federalî şêwazek ji şêwazên jiyana siyasî û civakî ye û wiha domand:”Di cîhanê de pir dewletên neteweyî û dewletên ku gelên cihêreng têde jiyan dikin, hene. Ji ber vê yekê jî sîstema herî guncaw a dewletên ku gelên cihêreng têde sîstema federal e, ji ber ku sîstema federal li ser esasê ku gelên wan dewletan xwe bi xwe rêxistin dikin.”

Derbarê îdiayên hin alî belav dikin ku federaliya demokratîk parçekirina welat e, lêkolîner Salih Heydo ev tişt got:”Federaliya demokratîk yekbûna gelên di nava sînorekî de jiyan dike ye. Dewletên netewî yên ku ji aliyê hin kesan ve tê rêvebirin, dîktatoriyetê dimeşînin”.

Têkildarî vexwendina Meclîsa Damezrêner a Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyê ji hemû pêkhate, sazî û partî ji bo hilbijartinên federaliya demokratîk, Heydo got:”Vexwendina Meclîsa Federaliyê di dema guncaw de hat, em piştgiriya vê nexwendinê dikin û divê tevahî gel, alî û partiyên herêmê beşdarî hilbijartinan bibin.“