حركة المجتمع الديمقراطي

Roja sêyemîn a meşa ciwanên Efrînê bi dawî bû

824

EFRÎN – Roja sêyemîn a meşa dirêj ku YCR`ê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Efrînê dabû destpêkirin, bi dawî bû.

Meşa ciwanan îro ji ber navenda Yekîtiya Ciwanên Rojava ya li navenda bajarê Efrînê dewam  kir. Ciwan ku li kolanên sereke yên bajar re meşiyan bê navber dûrişmeyên şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya wî, beriz dikirin.

Ciwan  ku îro 15 Km meşiyan, gihîştin navenda navçeya Mabata. Li vir Endamê Koordînesyonê Giştî yê Yekîtiya Ciwanên Rojava Endok Egîd axivî û got:”Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan em ê li hemû herêmên Bakûrê Sûriyê bimeşin. Tecrîda li ser Ocalan îradeya me naşkîne û roja bi roja îradeya me li dijî kiryarên faşîst ên dewleta Tirk  xurtir dibe”.

Siba jî wê meşa ciwanan ber bi Herêma Raco ya Herêma Efrînê ve, dewam bike.