حركة المجتمع الديمقراطي

TEV-DEM: Pîrozkirina serkeftina li hember DAIŞ’ê, herî zêde mafê gelên Rojava û Bakurê Sûriyê ye

4,493

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) der barê serkeftina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li hember DAIŞ’ê de daxuyaniyek da û serkeftina li hember çeteyên DAIŞ’ê li gelên Rojava, Bakurê Sûriyê û tevahiya cîhanê pîroz kir. TEV-DEM’ê îşaret pê kir ku di serî de gelê Kurd, gelên Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê li dijî DAIŞ’ê têkoşîneke mezin meşand, di vê têkoşînê de bi hezaran şehîd dan û herêmên xwe ji çeteyan paqij kirin. TEV-DEM’ê destnîşan kir ku dê têkoşîna wan a ji bo avakirina   Rojavayê Kurdistanê ya xweser û azad û Sûriyeya demokratîk, li ser şopa şehîdan berdewam bike.

Daxuyaniya TEV-DEM’ê wiha ye:

“Ji bo gelên Sûriyê, Rojhilata Navîn û cîhanê,

Dijminê mirovahiyê DAIŞ ku ev bi salan e kirine belaya serê gelên Sûriye, Iraq, Rojhilata Navîn û cîhanê, li Sûriyê ku herî zêde li vê derê bi hêz bû, ji aliyê gelên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, Tirkmen û Çeçen ve hatiye têkbirin. Em şehîdên xwe yên ku di têkbirina DAIŞ’ê de diyarker bûn, bi rêzdarî bi bîr tînin, ji xaziyên xwe re ji bo têkoşîna wan a ji niha û pê de, serkeftinê dixwazin.

Di têkbirina DAIŞ’ê ya li cihê ku herî zêde bi hêz bû de, tevkariya hemû gelên cîhanê û hêzên demokrasiyê heye, lê Kurd, Ereb û Suryanan di refên pêşiyê yên vê têkoşînê de cih girtiye û bedelên mezin dane. Di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de 8 hezar û 500 Kurd, ji 2 hezarî zêdetir Ereb, bi sedan Suryan û bi sedan enternasyonalîstên ji çar aliyên cîhanê hatine, şehîd bûne. Dîsa herî kêm du qatên vê hejmarê jî bûne xaziyên vê têkoşînê. Vê têkoşîna hevpar a gelan, di heman demê xeta siyasî û bîrdozî ya vê têkoşînê û sîstema demokratîk de ku dê pêk were, zelal kiriye.

DAIŞ ji pirsgirêkên ku hêzên derve û hêzên destpotîk ên herêmê bi taybetî di sedsalên 19 û 20’an de li Rojhilata Navîn afirandine, xwedî bûye. Bawerî û çandên gelan jî şixulandine û xwestiye dîktatoriyeke faşîst ku kombûna hemû pergalên pêkutî û zilmê yên di nava dîrokê de, ava bike.

Hêzên demokrasî û azadiyê yên bi pêşengiya Kurdan li dijî DAIŞ’ê tê dikoşin jî, hedef kirine ku pirsgirêkên bi hezaran salan û sed salên dawîn li Rojhilata Navîn afirandine, çareser bikin û li Rojhilata Navîn Sûriyeyeke demokratîk, Rojhilata Navîn a demokratîk a girêdayî neteweya demokratîk biafirînin.

Li dijî DAIŞ’ê her çi qasî şerekî ku bi hezaran şehîd tê de hatine dayîn, tê meşandin jî di rastiyê de tişta ku DAIŞ têk biriye, bîrdoziya demokratîk û civakparêz, piştevaniya gelên herêm û cîhanê û nirxên moralê yên ku vê yekê afirandine. Delîla herî şênber a vê yekê jî ew e ku 12 gerîlayan li Şengalê DAIŞ rawestand û pêşiya qirkirinekê girt. Di serî de Kurdan, gelên Ereb û Suryan bi xeta neteweya demokratîk, sîstema konfederaliya demokratîk a girêdayî civaka demokratîk û birêxistinkirî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, DAIŞ têk biriye. Tişta ku berxwedana çekdarî biriye serkeftinê, ev xeta bîrdozî-polîtîk e.

DAIŞ’ê êrîşî Kurdan û gelên herêmê kiribe jî, bêguman ew wek çeteyên çekdar ku dijminahiya mirovahiyê dikin, derketiye holê. Xwestiye ku bi komkujî, tirsandin û zilmê hemû gelên Rojhilata. Navîn û cîhanê teslîm bigire. Gelên cîhanê ku ev yek dît, bi armanca piştevaniya Kurdên ku li Iraqê li Şengal, Mexmûr û Kerkûkê, li Sûriyê jî li Kobanê û tevahiya Bakurê Sûriyê li dijî DAIŞ’ê berxwedan nîşan didan, 1’ê Mijdarê wek Roja Kobanê ya Cîhanê îlan kiriye û li her derê rabûye ser pêyan. Gelên Bakurê Kurdistan û tevahiya Tirkiyeyê jî, bi serhildanên li sînorê Pirsûsê û 6, 7, 8’ê Cotmehê re li dijî DAIŞ’ê bûne destekvan û çavkaniya hêzê ya herî mezin.

Koalîsyona ku piştî DAIŞ ji bo tevahiya mirovahiyê bû talûke, hatiye avakirin, li beramberî desteka gelên cîhanê ya ji bo berxwedana li Kobanê, ew jî bi êrîşên hewayî re bûye parçeyek vê berxwedanê. Hêzên koalîsyonê bi vî rengî li dijî DAIŞ’ê rol lîstiye. Eger gel û şervanên di çarçoveya bîrdoziyek mezin û xetek siyasî ya bihêz de têdikoşin nebûna, çekên Koalîsyona Dijî DAIŞ’ê ku 40 welatan ava kiriye, çiqas bihêz bûna jî, nedikarîn encam bigirin. Jixwe hemû hêzên koalîsyonê ji ber vê yekê spasiya gelên Kurd, Ereb û Suryanî û QSD’ê kirin. DAIŞ’a ku li sere cîhanê bûye bela, di encama bedelên mezin ên van hêzên şoreşger û demokratîk dane de, di demeke kurt de hatiye bêbandorkirin.

Di nava têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de, di serî de li Rojavayê Kurdistan, Bakurê Sûriyê, tevahiya Sûriyê û Rojhilata Navîn hîmê sîstemeke demokratîk hatiye avêtin. Li Rojhilata Navîn cara yekem di vê astê de yekitiya hestan a gelan hatiye pêkanîn, xwîna wan tev li hev û du bûye. Gel û baweriyên cuda bi têkoşîneke hevpar sîstemeke demokratîk afirand û li Rojhilata Navîn rê û modela aştî, aramî, demokrasî û azadiyê nîşan daye.

Ji çar aliyên cîhanê ji welatên cuda bi sedan, heta bi hezaran enternasyonalîst ji bo ku sîstema demokratîk û azadîxwaz a li Rojava û Bakurê Sûriyê biparêzin hatine, şehît bûne û birîndar bûne. Ev nirxên hanê wê ji niha û pê ve jî, wekî kevirên bingehîn ên têkoşîn û sîstema me ya azadîxwaz û demokratîk, hebûna xwe bidomînin. Wê hêviyên wan di Kurdistana Azad, Sûriya Demokratîk û Rojhilata Navîn a Demokratîk de bidin jiyandin.

Gelên Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê yên rêzdar,

Di têkbirina DAIŞ’ê de, we bedela herî mezin da û di vê serkeftinê de rola diyarker lîstiye. Ji ber vê yekê, pîrozkirina serkeftina li dijî DAIŞ’ê, herî zêde jî mafê we ye. Serkeftina ku li dijî DAIŞ’ê hatiye bidestxistin, divê li her derekê were pîrozkirin. Divê bi dengekî bilind bê gotin ku dê li dijî her hêzeke êrîşkar têkoşîna ji bo Bakûrê Sûriye, Rojavayê Kurdistanê ya xweser û azad û Sûriya demokratîk ku hêviya şehîdên me ye, were meşandin.”