Şêwirmendê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Bedran Çiya Kurd encamên nîqaşên di navbera wan û rayedarên Wezareta Derve ya Rûsiya de ji ajansa me re eşkere kir.

Çiya Kurd di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku hevdîtina di navbera wan û rayedarên Wezareta Derve ya Rûsya 14‘ê Kanûnê pêk hat û got: “Di hevdîtinê de gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û çawaniya rêxistinkirina xebateke hevpar ji bo rawestandina gefan hatin gotûbêjkirin. Her wiha diyalogên Sûrî-Sûrî û sedemên astengbûna wê di demên berê de û çawa dê Rûsya karibe roleke girîng di danûstandinan de di navbera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Şamê de bilzîe hatin nîqşankirin.”

Bedran Çiya Kurd her wiha got: “Li ser vê esasê nexşerêyeke ji bo destpêkirina diyalogan bi navbêykariya Rûsiyê hate pêşkêşkirin. Nexşerê ji xalên sereke wekî çawaniya parastina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gorî sîstema parastinê ya Sûriyê ji gefên derve û çawaniya ku rêveberiyên xweser bibin destûrî û mîsogerkirina mafê hemû pêkhateyan di destûreke Sûrî yekbûyî û parvekirina berhemên aborî bi awayekî wekhev di navbera hemû Sûriyan de pêk tê.”

Bedran Çiya Kurd anî ziman ku Wezareta Derve ya Sûriyê amadekariya xwe ji bo xebateke hevbeş ku yekîtiya xaka Sûriyeyê biparêze teqez kir û rola xwe di diyalogên di navbera Şam û rêveberiya xweser de pir girîng dibîne.

Bedran Çiya Kurd anî ziman ku Wezareta Derve ya Rûsya wê planeke wê ya taybet girêdayî pêşniyarên hatin pêşkêşkirin hebe, da ku pêwendiyan bi Şamê re çêbike ku bibe pêvajoya destpêkê ya diyalogan. Çiya Kurd destnîşan kir ku Rûsya teqez kiriye ku diyalog bingeha çareserkirina hemû pirsgirêkên tevahî Sûriyê ye di nav de Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi lehengî şerê terorê kiriye.

Şêwirmendê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Bedaran Çiya Kurd di dawiya axaftina xwe de got: ” Wezareta Derve ya Rûsya hêvî dike ku vekişandina Amerîkaya bibe hêza ber bi çareseriyên aştiyen û bi lez li Sûriyeyê”

ANHA