‘Tunekirina terorê ne hêsan e lê hêzên me jêre amade ne’

Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê Ehmed Ebû Xewla got  şerê tunekirina terorê ne hêsan e, nemaze ji ber ku çeteyên DAIŞ’ê hemû hêz û çekên xwe di vê berîka dawî ya rojhilatê çemê Firatê de kom kirine û ev tişt got: “Lê hêzên me ji bo tunekirina bermahiyên rêxistina terorîst amade û perwerdekirî ne.”

Li rex civîna çapemeniyê ku duh li herêma Cizîrê hatiye lidarxistin û têde Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) destpêkirina qonaxa dawî ya pêngava Bagera Cizîrê ji bo “tunekirina terorê” ragihand, Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê Ehmed Ebû Xewla ji ajansa me ANHA’yê re axivî. Ebû Xewla destnîşan kir ku şerê tunekirina terorê şerê dawî di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê li bakurrojhilatê Sûriyeyê ye û wiha got: “Li vê deverê zîndanên DAIŞ’ê hene û têde gelek welatiyên sivîl û dîlên leşkerî hatine girtin. Ji ber vê yekê em ê bi hestiyarî nêzî mijarê bibin.”

Ebû Xewla got ku dê korîdorên bi ewle ji bo derxistina welatiyên sivîl vebikin û ji bo serweriya li ser zîndanên DAIŞ’ê ew bi baldarî tevdigerin da ku girtî serbest bêne berdan.

Der barê rewşa deverên Firatê û danûstandina hêzên QSD’ê bi pêşveçûna şer re Ebû Xewla wiha got: “Devera ku em ê rizgar bikin, li ber çemê Firatê ye û devereke bi welatiyên sivîl dagirtî ye, ango bajaroka Hecîn û sê bajarokên din ên derdora wê. Li vê deverê şer dê giran be, nemaze ji ber ku DAIŞ’ê giştî hêza xwe ya leşkerî û çekên xwe têde kom kirine. Ev şer hêsan derbas nabe. Lê hêzên me amade ne ku bermahiyên çeteyên DAIŞ’ê yên terorîst li vê herêmê tune bikin.”

Der barê hejmara çeteyên DAIŞ’ê de ku di vê berîka dawî de kom bûne de Ebû Xewla da zanîn ku li gorî agahiyên wan ên istixbaratî hejmara çeteyan nêzî 3000 çete ne.

Ebû Xewla da zanîn ku çarçoveyeke wan a demkî ji bo rizgarkirina vê deverê tune ye û wiha domand: “Çalakiyên leşkerî dê weke çalakiyên birînkarî yên balder pêk werin, nemaze ji berk u dê di nava gund û bajarokan de pêk were. Li vir hejmareke jin û zarokên DAIŞ’ê hene.”

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) duh di civîneke çapemeniyê de destpêkirina qonxa dawî ya pêngava Bagera Cizîrê ji bo tunekirina çeteyên DAIŞ’ê li rojhilatê Firatê di bin navê “tunekirina terorê” de ragihand.

Check Also

Jinên Efrînê: Divê jinên Sûriyeyê yekitiya xwa ava bikin

Jinên cihê xwe di nava rêxistin û saziyên sivîl de digirin, destnîşan kir ku aloziya …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *