Jinên Efrînê: Divê jinên Sûriyeyê yekitiya xwa ava bikin

Jinên cihê xwe di nava rêxistin û saziyên sivîl de digirin, destnîşan kir ku aloziya Sûriyeyê gihaşt astekê ku pêwîst e hemû jin xwe di bin siya alekê de kom bikin û parastina xwe û destkeftiyên xwe bikin.

Li Efrînê piştî lehengiya jinan li hemberî êrîşên dagirkeran, roj bi roj kuştin û revandina jinan ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve zêde dibe. Ji roja destpêkê ji êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Efrînê niyetên xwe yên neexlaqî diyar kirin û bi cenazeyên lehenga ku teslîmiyet qebûl nekir, lîst. Piştî ku Efrîn dagir kirin, artêşa Tirk a dagirker kiryarên xwe yên hovane dewam kirin. Gelek rewşên jinan û tecawizkirina wan û li beramberî berdana wan xwestina pereyan hatin îsbatkirin.

Di vê çarçoveyê de jin cihê xwe di nava rêxistin û saziyên sivîl de digirin ji ajansa me ANHA`yê re axivîn û destnîşan kir ku di vê pêngava heyî de pêwîst e hemû jin li hemberî terorê bibin yek.

Endama Koordînasyona Kongreya Star Hêvî Silêman destnîşan kir ku sîstemên desthilatdar di rêya ferzkirina fikrên xwe de dixwazin civakeke li gorî fikrên xwe yên desthilatdar wekî ku çawa artêşa Tirk a dagirker li Efrînê dike, ava bike.

Hêvî destnîşan kir ku çand û baweriya ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li ser jinên Efrînê mîna ferzkirina pêçandin bi hinceta pêkanîna pîvanên ol tê ferzkirin hemû çand û olên din ji holê radike.

Hêvî tekez kir ku kiriyarên ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve û alîkariya wê ji gurûpên çete li Efrînê û herêmên din li Sûriyeyê hemû mafên mirovan û zagonên navdewletî bin pê dike û ji ber wê pêwîste aliyên peywendîdar bi awayekî lezgîn destwerdanê bikin û rewşa heyî rizgar bikin.

Ji aliyê xwe ve yek ji rêveberên Komîteya Jinan a Meclisa Kantona Efrînê Şêrîn Hesen got zêdebûna revandin, tecawizkirin û her wekî din ji kiriyarên neexlaqî der barê jinên Efrînê de tekez dike dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji rêxistina jinê û îradeya wê ditirsin û ev yek ji di redkirina wan ji azadiya jinê û rola wê di civakê de diyar dibe.

Şêrîn destnîşan kir ku pêwîste hemû jinên Sûriyeyê û rêxistinên jinan dengê rastiyê bilind bikin û li hember dagirkeriya Tirkiyeyê li dijî jinan bisekinin.

Her wiha ji rêveberên Komîteya Têkliyên Dîplomatîk a Yekitiya Êzidiyan Gulê Cafer li ser êş û zehmetiya jinên Êzidî ku ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve yên ku alîkariya xwe ji dewleta Tirkiyeyê digirin, axivî. Gulê li ser rewşa jinê ya heyî li Efrînê  û piştî ku ji aliyê dagirkeran ve hatiye dagirkirin, aciz bû. Gulê got demê ew vegerand serdemên berê ku jin nikare ji mal derkeve, li kolanan bigere, rola xwe di nava civakê de di aliyê civakî û siyasî de nalîze û tevî wê jî rastî tundiyê û kiryarên neexlaqî tê.

Gulê di axaftina xwe de tekez kir ku aloziya Sûriyeyê de pêwîst e hemû jin di bin sîwana aleke parastina jinê û destkeftiyên wê de kom bibin, bilindbûna rêjeya destdirêjiyê û kuştina jinan ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê tê wateya ku siyaseta dewleta Tirkiyeyê têk diçe.

Check Also

‘Tunekirina terorê ne hêsan e lê hêzên me jêre amade ne’

Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê Ehmed Ebû Xewla got  şerê tunekirina terorê ne …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *