Endamê Hêzên Asayîşê Ebdulfetah bi dirûşmeyan hate oxirkirin

Bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re endamên Hêzên Asayîşê tevî şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyê hevalê xwe Ebdulfetah El-Ehmed oxir kir.

Endamê Hêzên Asayîşê ya bajarê Qamişlo Ebdulfetah di pevçûnên di navbera Hêzên Asayîşê û rêjîma Baas a ku 8’ê Îlonê li bajarê Qamişlo rû dabû şehîd bibû.

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo tevî endamên Hêzên Asayîşê ji bo oxirkirina şehîd Ebdulfetah li ber  navenda Meclisa Gel a Taxa Enteriyê kom bû. Giriseya gel piştî ku cenaze ji wir wergirtin bi kerwanekî erebeyan ber bi goristana şehîd Delîl Saroxan ve bi rê ketin.

Di wê navberê de dirûşmeyên dilsoziya bi şehîd re hatin berizkirin.

Li goristanê merasîmeke hate lidarxistin. Endamên Hêzên Asayîşê merasîmeke leşkerî li dar xistin.

Rêvebera Meclisa Mablatên Şehîdan a bajarê Qamişlo Hêvî Seyid axivî û sersaxî ji malbata şehîd Ebdulfetah re xwest. Hêvî got: “Şehîd Ebdullfetah ji bo parastina nirxên mirovî xwîna xwe feda kir. Di kesayeta wî de em hemû şehîdên Bakurê Sûriyeyê û Kurdistanê bi bîr tînin. Em ji cîhanê re îsbat dikin ku em mafdar in, em ê heya dilopa dawî xeta şehîdên xwe bişopînin ta ala welatê me li ser esman bilindkirî be û dilê şehîdên me şad be.”

Hevserokê Desteya Hindirîn a Cizîrê Kenan Berekat jî axivî û got: “Em naxwazin bi rêjîmê re bikin nav pirsgirêkan, bila her kes guhdar bike, wekî Hêzên Ewlekariya Hindirîn erka me parastina ewlekariya herêmên me ye û em vê erêk bi cih bînin. Em ê li hemberî lîstokên rêjîmê yên astengkirina ciwanên me bê bersiv nemîne. Herêmên me bi xwîna şehîdan hatiya paqijkirin, ji Til Koçer ta Reqa, Tebqa, Minbicê û Dêrazorê wê werin parastin. Bila baş nas bikin ku em di sala 2018’an de ye û ne di sala 2004’an de ne. Sûriyeyê dê ne navendî be, ev projeya demokratîk di pêşerojê de wê pêk were.”

Piştî axaftina Kenan Berekat, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Zêwer Şêxo wesîqeya şehadetê ya Ebdulfetah xwend û da malbata wî.

Endamên Hêzên Asayîşê cenazeyê şehîd Ebdulfetah hilgirtin û bi dirûşmeyan veşartin.

Check Also

‘Tunekirina terorê ne hêsan e lê hêzên me jêre amade ne’

Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê Ehmed Ebû Xewla got  şerê tunekirina terorê ne …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *