Rewşa çandinî û sewaldariyê li Cizîrê tên nîqaşkirin

Bi armanca gotûbêjkirina rewşa çandiniyê û sewaldariyê li herêma Cizîrê, Rêveberiya Giştî ya Çandinî û Sewalkdriyê ya herêma Cizîrê civîna xwe ya salane li dar xist.

Endamên Rêveberiya Giştî ya Çandinî û Sewaldariyê, Aboriya Jinan a Kingera Star a herêma Cizîrê, Federasyona Kooperetîfan a herêma Cizîrê, endamên kooperetîfên herêmên nû hatine rizgarkirin (Reqa û Dêrazor) û cîgerê serokê Meclisa Rêveber ê Kantona Cizîrê Hisên El-Ezam tev li civînê bûn.

Civîn li bajarê Qamişlo hate li dar xistin.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin li ser giyana cangoriyên azadiyê dest pê kir. Piştre bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk cîgerê Meclisa Rêveber ê Kantona Cizîrê Hisên El-Ezam axivî û lidaxistina civînê li beşdar pîroz kir. El-Ezam hêvî kir ku biryarên pêwîst ku bikevin xizmeta beşê çandiniyê li herêmê bên girtin. Her wiha girîngiya piştgiriya beşên çandinî û sewaldariyê ji bo pêşxistina herêm destnîşan kir.

Piştre raporên salê yên xebatên Rêveberiya Giştî ya Çandinî û Sewaldariyê, Aboriya Jinan a Kongreya Star û Federasyonên Kooperetîfan a Cizîrê hatin xwendin. Her Her wiha endamên bajarên nû hatine rizgarkirina xebatên xwe bi devkî nirxandin.

Li gorî ku di raporê de hatiye gotin, ji hin xebatên ku hatine kirin; belavkirina mazotê li cotkaran, reşandina dermanên li dijî mêş û mûran, parastina deverên şîhanî,  vekirina navenda lêkolînên çandî, aktîvkirina komîteyên çandiniyê li hemû herêman. Têkildarî xebatê aboriya jinan jî  6 darên fêkî li Serêkaniyê û Tirbespiyê hatin çandin û 36 kooperatîf hatin vekirin.

Di raporê de pirsgirêk jî hatin gotin, ji wan; nediyarbûna jêdara dermanên çandiniyê, bê disiplina di hindirê saziyan, derbaskirina berheman ji bo herêmên din bi rengekî ne rawa, kêmbûna êm û bilindbûna buhayê tov û dermanan.

Check Also

‘Tunekirina terorê ne hêsan e lê hêzên me jêre amade ne’

Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê Ehmed Ebû Xewla got  şerê tunekirina terorê ne …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *