Kîno Gebriyêl: Pêngav wê heya xilaskirina çeteyan dewam bike

Berdevkê Fermî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) têkildarî qonaxa dawîn a Pêngava Bagera Cizîrê Kîno Gebriyêl anî ziman ku di pêngava nû de, koordîneya wan bi Koalîsyona Navdewletî û Hêzên Iraqê re dê berdewam be û destnîşan kir ku heke êrîş mutemel ji aliyê hêzên rêjîmê re werin kirinê ew ê mafê parastina rewa bidin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) îro, bi daxuyaniyeke çapemeniyê ku li navçeya Şedadê ya başûrê kantona Hesekê hatibû lidarxistin qonaxa dawîn ya Pêngava Bagera Cizîrê bi navê ‘Şerê dawîkirina terorê’ ya li rojhilatê Çemê Firat dane destpêkirin ragihand.

Piştî daxuyaniyê Berdevkê Fermî yê QSD`ê Kîno Gebriyêl di civîna çapemiyê de bersiva pirsên rojnamevanan da.

-Bernameyê we ya ji bo rizgarkirina bargehên dawîn yên çeteyên DAIŞ`ê çi ne?

Ji bo hemleyê dem nehatiye diyarkirin. Lê ji bo ku em hemleya xwe bi ser bixin plan hatine çêkirin. Şervanên me wê bi hevkariya Koalîsyona Navdewletî vê hemleyê heya dawî berdewam bikin.

-We pêngav di heman roja salvegera êrîşên 11`ê Îlonê  ragihand, gelo ev yek tesaduf e, hûn çi dibêjin?

– Na ne bi planekî taybet ev roj hate hilbijartin. Em dikarin bêjin, ev pêngava yekem ku di demekî em ber bi tunekirina terorê ve diçin û navê wê wek, “Şerê Tunekirina terorê” ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve dê were destpêkirin.

-Heger bajaroka Hecîn were rizgarkirin, hêzên we û yên rêjîmê nêzî hev bibin. Heke êrîşên li dijî nuqteyên wê werin kirin, wê bersiva we çi be?

– Herêma Hecîn ne nuqteya destpêkê ye ku hêzên me û yên rêjîmê dighêjin hev. Tu pirsgirêk di navbera me de tune ne. Demên berê rêjîmê astengî li pêşiya pêşdeçûna pêngavên me derdixist. Em ji aliyê xwe li ser bingehê mafê parastina rewa nêzî rêjîmê dibûn. Dîsan jî heke heman helwest ji aliyê rêjîmê ve derkeve em ê jî dîsa mafê xwe ê parastinê rawa bi kar bînin. Hêvî dikim ku pevçûn dernekevin.

-Piştî kontrolkirina sînorê Sûriyeyê – Iraqê, dê têkliyên wê bi hêzên Iraqê re çawa be?

– Koordîneya me bi hêzên Iraqê re berdewam e. Hêzên Iraqê di aliyê topbavêjiyê de dê desteke bidin QSD`ê û cih û navendên çeteyan dê ji aliyê QSD`ê ve were diyarkirin û artêşa Iraqê jî dê wan cihan bike hedef.

Em ê bi hevkariya hêzên Iraqê tevahî sînor rizgar bikin da ku em tu tevgerên teroîstan di navbera Iraq û Sûriyeyê de nehêlin.

-Hûn behsa pêngava dawîn a şerê li dijî DAIŞ`ê dikin, piştî dawî anîna li DAIŞ‘ê dê çarenûsa têkiliyên we bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Koalîsyona navdewletî ya li dijî DAIŞ‘ê  re çawa be?

Koordîneya bi hêzên Koalsîyona Navdewletî ve girêdayî operasyonên leşkerî yê tunekirina DAIŞ‘ê ye. Bernameya pêş jî ku em ji bo wê koordîneyê dikin, têkoşîna li dijî DAIŞ‘ê ye da ku careke din li herêmên hatine rizgarkirin dernekevin. Li ser vê esasî dê desteka bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk de him di aliyê perwerdeyê û him jî di aliyê pilan û bernameyê de bidomîne.

Bernameyê Koalîsyona navdewletî bi meclisên herêmî re yên ku li herêmên rizgarkirî hatine avakirin dê bidome, da ku kar û xebatên jinûve avakirin û vegera jiyanê ji sivîlan re were kirin.

-Şerê Idlibê nêz bûye, helwesta Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji şerê li Idlibê çi ye?

Tu tevlêbûna QSD`ê bi awayekî fermî di şerê li Idlibê tune ye. Di vê mijarê de tu têklî jî bi hêzên din re tune ye. Lê ji bo pêkanîna armancên xwe yên tunekkirina terorê li Sûriyeyê em amade ne.

Check Also

‘Tunekirina terorê ne hêsan e lê hêzên me jêre amade ne’

Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê Ehmed Ebû Xewla got  şerê tunekirina terorê ne …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *