Radyoya Rojava FM careke din weşanê dike

Radyoya Rojava ya girêdayî Yekîneyên Parastina Gel (YPG)  ku li Çiyayê Qereçoxê weşanê dikir, piştî  sal û nîvekê dîsa dest bi weşanê kir.

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker di 25`ê Nîsana 2017`an de Çiyayê Qereçoxê yê girêdayî herêma Dêrikê bombebaran kiribû. Di encamê de, endamên raghandina YPG`ê di nav de 20 şervanênYPG û YPJ`ê şehîd bibûn û 18 jî birîndar bibûn. Di heman demê de avahiya Radyoya Rojava FM ya girêdayî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku li wir weşan dikir hilweşiya.

Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya YPG‘ê îro li navenda xwe ya bajarê Hesekê merasîmê ji nû ve vekirina radyoya Rojava Fm li dar xist.

Bi dehan rojnamevan, malbatên şehîdan û şervanên YPG û YPJ‘ê di merasîmê de amade bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin li ser giyanên cangoriyên azadiyê dest pê kir.

Bi navê malbata şehîdên ragihandina YPG‘ê Rêwan û Heqî axaftina hatin kirin. Di axaftinan de, rola rojnamevanên YPG‘ê di ragihandina berxwedaniya şervanan hate destnîşan kirin û soza şopandina xeta şehîdan hate dûbarekirin.

Endamê Navenda Ragihandina YPG‘ê Rojhat Hesekê hemû şehîdên êrîşa Qereçoqê bi bîr anîn û wiha got: “Dewleta Tirk xwest îradeya me têk bibe, lê kombûna gel li derdora şervanan pilanên wan têk birin. Bi rihê tolhildanê me herêmên xwe ji terorê paqij kirin û em bûna hêzeke navdar di cîhanê de.”

Piştî axaftinan, Koma Cûdî ya Hunerê stranê xwe pêşkêş kirin, beşdaran jî li ber stranan govend gerandin.

Radyoya Rojava FM li ser pêla 89:4 weşanê dike.

Check Also

‘Tunekirina terorê ne hêsan e lê hêzên me jêre amade ne’

Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê Ehmed Ebû Xewla got  şerê tunekirina terorê ne …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *