Zêdeyî 300 malbat ji Idlibê ber bi Efrînê ve koçber bûn

Bi sedan malbat ji parêzgeha Idlibê ji ber êrîşên hawayî yên rêjîma Sûriyeyê yê xwe li kantona Efrînê girtin.

Çavkaniyekî ji parêzgeha Idlibê ji ajansa me (ANHA) re diyar kir bi sedan malbat ji Idlibê ji ber êrîşên rêjîma Sûriyeyê yên li ser herêmê ber bi navenda bajarê Efrînê û herêma Cindirêsê, Bab û Ezazê ve koç kirin.

Heman çavkaniyî destnîşan kir ku ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker ji bo koçberan derbasî kantonê bikin 200 dolarî distînin.

Li gorî çavkaniyan, zêdeyî 300 malbatî xwe li navenda bajarê Efrînê û herêma Cindirêsê girtine.

Check Also

Şêniyên Bakurê Sûriyê: Em ê li hemberî gefên Tirkiyê bibin mertal

Çalakgerên li ser sînorê di navbera Serêkaniya Rojava û Bakurê Kurdistanê de anîn ziman ku …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *