YPG: Li Efrînê du çete hatin kuştin

YPG`ê diyar ku di encama çalakiya yekîneyeke wan li dijî çeteyên artêşa tirk a dagirker, du çete hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê bi daxuyaniyeke nivîskî encamên çalakiyên şervanên YPG`ê li Efrînê aşkere kir.

YPG`ê diyar ku di çarçoveya pêngava duyemîn a Berxwedana Serdemê li Efrînê, yekîneyên wan çalakiyên xwe yên li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê didomînin.

YPG`ê destnîşan kir ku di dîroka 9’ê Îlonê de hêzên wan li hember seyareyeke leşkerî ya koma çete ya bi navê Feylaq El-Şam li gundê Stêrk a girêdayî navenda bajarê Efrînê çalakiyek bi bandor pêk anîn.

YPG`ê anî ziman ku di encama çalakiyê de seyare bi temamî hate rûxandin û herdû çeteyên di seyareyê de hatin kuştin, herwiha 2 çekên AK-47 hatin desteserkirin.

Li gorî YPG`ê navê çeteyên ku hatine kuştin wiha ne:  Xalid El-Feyiz ji Hema û Mesûd El-Faris ji Idlibê ye.

Check Also

‘Tunekirina terorê ne hêsan e lê hêzên me jêre amade ne’

Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê Ehmed Ebû Xewla got  şerê tunekirina terorê ne …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *