MSD‘ê têkildarî bûyera li Qamişlo rû da daxuyanî da

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) got: “Bûyerên duh li bajarê Qamişlo di navbera Hêzên Rêjîmê û Hêzên Asayîşê de rû dane cihê mixabiniyê ye. Bûyerên bi vî rengî bi taybte di vê demê de xizmeta ti aliyê niştimanî nake.”

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) têkildarî şerê duh ku di navbera Hêzên Asayîşê û rêjîma Sûriyeyê de li bajarê Qamişlo rû dane daxuyaniyek niviskî weşand.

MSD‘ê di daxuyaniyê de wiha got:

“Di dîroka 8‘ê Îlona 2018‘an de li bajarê Qamişlo şer di navbera hêzên rêjîmê û Hêzên Asayîşê rû da. Şer dema dewriyeke leşkerî di benda kontrolê ya Hêzên Asayîşê re derbas bû pêk hat, di encamê de windahiyên herdû aliyan çêbûn.

Bûyera duh di heman dema lidarxistin civîna sêalî ya Tehranê de pêk hat, cih lêpirsînê ye, di heman demê de ku deriyê danûstandinan di navbera rêjîma Sûriyeyê û Meclisa Sûriyeyê  de pêk hat. Daxuyaniyên ku rayedarên rêjîma Sûriyeyê dane em dikarin wekî sorkirin, zimanê gefê û dûrketina ji diyalogan bi nav bikin.

Em wekî Meclisa Sûriyeyê Demokratîk dibînin ku bûyerên duh li bajarê Qamişlo rû dane cihê mixabiniyê ye, xizmeta ti aliyê niştimanî yên Sûrî nake, di heman demê de rê li ber şareserkirina aloziya Sûriyeyê digire.

Ji berpirsyariya me ya dîrokî û baweriya me bi projeya demokrtîk me vexwendina desthilata Sûriyeyê ji bo danûstandinan pêk anî. Carek din em tekez dikin ku em banga diyalogan û aştiyê dikin, em damezerînerên rasteqîn ên ewlehî û aramiya bakur û rojhilatê Sûriyeyê ne. Xebata em ji bo xelasiya gelê Sûriyeyê û rawestandina tundî û wêrankkirinê ye, di heman demê de em destûr nadin ku kes ku destkeftiyên gelê me xirab bikin.”

Banga me; yekrêziya gelê Sûriyeyê ji Qamişlo, heya Berava Sûriyeyê, ji Şam heya deş û çiyaê Horanê. Serxistina hevdîtinên desthilata Sûriyê û Mecisa Sûriyeya Demokratîk berpirsyariya me hemûyan e. Em ji gelê xwe yê Sûriyê tekez dikin ku kesên li pey bûyera duh a li Qamişlo dixwazin diyalog û hevdîtinan têk bibe.”

Check Also

‘Tunekirina terorê ne hêsan e lê hêzên me jêre amade ne’

Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê Ehmed Ebû Xewla got  şerê tunekirina terorê ne …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *