Meclisa Jinên Sûriyeyê di salvegera yekemîn a meclisê de bi jinên Eyn Îsayê re civiya

Meclisa Jinên Sûriyeyê ya navçeya Eyn Îsayê ya Kantona Girê Spî bi boneya salvegera yekemîn a damezrandinê  melcisê bi jinên navçeyê re civiya.

Bi armanca şîrovekirina xebatên Meclisa Jinên Sûriyeyê û teşwîqkirina tevlêbûna jinan ji meclisê re, Meclisa Jinên Sûriyeyê bi jinên navçeya Eyn Îsayê re civiya. Hejmarek jinên navçeya Eyn Îsayê yên ku di nav meclis û saziyên navçeyê de kar dikin, endama Koordînasyona Meclisa Jinên Sûriyeyê û Hevseroka Rêveberiya Xweser a Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê Sîham Qeryo, endama Komîetya Rêxistinî ya Meclisa Sivîla a Reqayê Suad El-Kirdî, endama Komîteya Qanûnî ya Meclisa Kantona Girê Spî Cumana El-Elî û endama Rêveber a Komîteya Jinên a Meclisa Sûriyeya Demokratîk Îlham Umer beşdarî civînê bûn.

Di civînê de Sîham Qeryo axivî û salvegera damezrandina meclisê li hemû jinan pîroz kir.

Sîham Qeryo girîngiya avakirina Meclisa Jinên Sûriyeyê destnîşan kir ku wekî gaveke serkeftî ber bi rizgarkirin û pêxistina jin bi nav kir.

Sîham Qeryo ku wekî hevseroka Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Sîham di berdewamiya axaftina xwe de girîngiya damezrandina meclisê ji bo pêşxistina jinê û rizgarkirina wê ji zîhniyeta mêrdestiyê û parastina mafên xwe de destnîşan kir û bi gavek serkeftî şayes kir.

Sîham Qeryo di nava axaftina xwe de bal kişand li ser armancên avakirina Meclisa Jinên Sûriyeyê û wiha dom kir: “Meclisa Jinên Sûriyeyê ji rêxistinên jinan, çalavanên jin û saziyên jinan pêk tê, nûnertiya jinên Sûriyeyê dike, armanca avakirina vê melisê jinên Sûriyeyê di bin bangê yek meclisê de bi rêxixistin bikin.”

Civîn bi nîqaşan li ser rola Meclisa Jinên Sûriyeyê bi dawî bû.

Check Also

‘Tunekirina terorê ne hêsan e lê hêzên me jêre amade ne’

Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê Ehmed Ebû Xewla got  şerê tunekirina terorê ne …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *