Jinên gundê Jinwar rêziknameya gund nîqaş kirin

Komîteya Gundê Jinwar (gundê taybet bi jinan) bi armanca gotûbêjkirina li ser rêziknameya gund civîneke li dar xistin.

Endamên saziyên sivîl ên navçeya Dirbesiyê û Kongreya Star a Kantona Cizîrê beşdarî civînê bûn.

Endama rêveber a gundê Jinwar Rumet Heval axivî û diyar kir ku Jinwar yekemîn gund taybet bo jinê tê hesbandin.

Rumet destnîşan kir ku armanaca avakirina gund ew e ku jiyana hevbeş di navbera hemû jinên li gund bi cih bûne xurt bike.

Piştre Rumet Heval rêziknameya gund ku ji 61 bendan pêk tê xwendin bi awayekî berfireh ji aliyê beşdaran ve hate nîqaşkirin.

Di civînê de piştî nîqaşan biryar hate girtin ku gund girêdayî navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê be.

Civîn bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedana jinê bi dawî bû.

Check Also

‘Tunekirina terorê ne hêsan e lê hêzên me jêre amade ne’

Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê Ehmed Ebû Xewla got  şerê tunekirina terorê ne …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *