‘Divê rayedarên Îranê ji biryara xwe ya darvekirina Penahî vegerin’

Buroya Mafên Mirovan Herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê bang li rayedarên Îranê kir ku ji biryara darvekirina çalakvanê siyasî yê Kurd Ramîn Hisên Penahî vegerin.

Di çarçoveya helwestên li dijî biryara Îranê de ya darvekirina çalakvanê siyasî yê Kurd Ramîn Penahî, Buroya Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê bang li rayedarên Îranê kir ku ji biryara xwe ya darvekirina Penahî vegerin.

Daxuyaniya Buroya Mafên Mirovan a herêma Cizîrê wiha ye:

“Di heman dema bilindkirina asta têkoşîna gelên Rojhilata Navîn û hemû gelên cîhanê de ji bo azadî û demokrasiyê û pêkanîna mafên mirova, li Rojhilata Navîn ji ber desthilatdariya sîstemên desthilatdar ku li pêşiya daxwaza gelan di azadî û demokrasiyê de dibin asteng, şer û alozî rû didin. Sîstema Îranê yek ji sîstemên herî hişk li hemberî guhertina demokratîk û daxwazên gelan e û li dijî tevgera aştiyane ya gelên Faris, Kurd, Ereb, Azerî û Belûc û hwd. derdikeve. Rêjîma Îranê li dijî van gelan cezakirinên herî hişk pêk tîne û aşkera qanûn û pîvanên navneteweyî yên parastina mafên mirovan binpê dike.

Sêdarên rêjîma Îranê hê jî li qadên giştî li pêş çavên hemû cîhanê tên danîn. Rêjîma Îranê tu girîngiyê nade aloziya hundirîn ku di hemû aliyên siyasî, civakî, aborî, mafdarî û mirovahî de dijwartir dibe. Îran yek ji dewletên ku darizandina bidarvekirinê pêk tîne û salane bi dehan kesan bi dar ve dike. Rêjîma Îranê herî dawî der heqê çalakvanê siyasî yê Kurd Ramîn Hisên Penahî de biryara darvekirinê da. Rêjîma Îranê ji bo pêkanîna darizandina Penahî veguhest zîndaneke din û bi vê yekê hemû qanûn û pîvanên navneteweyî binpê dike. Tevî hemû bang û daxwazên navneteweyî û herêmî û li gel banga rawestandina darizandina bidarvekirinê dikin, rêjîma Îranê hê jî van binpêkirinên xwe didomîne.

Em wek Buroya Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê beşdarî helwesta rêxistinên mafdarî û mirovahî yên fermî û helwesta bi milyonan azadîxwazan dibin û banga rawestandina darvekirina Penahî dikin. Em van kirinên sûcdarî yên rêjîma Îranê der heqê bi dehan çalakvanan de şermezar dikin. Em bang li rayedarên Îranê dikin ku darizandina darvekirinê betal bikin û der heqê welatiyên Îranê de darvekirinê rawestînin.”

Check Also

‘Tunekirina terorê ne hêsan e lê hêzên me jêre amade ne’

Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê Ehmed Ebû Xewla got  şerê tunekirina terorê ne …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *