Hevseroka Komîteya Karkeran Heyfa El-Heneş diyar kir wan li gelek herêman gelek komîteyên taybet ava kirine. Erkên van komîteyan, zanakirina karkeran û parastina mafên wan e
Komîteya Karkeran a Kantona Hesekê di 1’ê Gulana 2016’an de ava bû. Armancên wê, nûnertiya karkeran û pêkanîna hilbijartinan ji bo wan, amadekirina karkeran ji aliyên fikrî û çandî ve, ji bo parastina mafên xwe û her wiha mîsogeriya nebikaranîna wan ji aliyê xwediyên kar ve.
Têkildarî mijarê hevseroka Komîteya Parastina Karkeran a Kantona Hesekê Heyfa El-Heneş ji ajansa me re axivî û diyar kir ku karker dikarin bi rêya komîteyê bêtir bigihîjin mafên xwe.
Her wiha Heyfa destnîşan kir ku karker û bi rêya perwerdeyên fikrî, karîn bi xwe li ser karê xwe bisekinin û berhemên xebatên xwe berhev kirin.
Di berdewama axaftina xwe de Heyfa El-Heneş destnîşan kir ku herî zêde jin hatine bikaranîn û tepeserkirin û wiha pê de çû: “Me di civînên bi Rêveberiya Xweser re hemû pirsgirêk di ber çavan re derbas kirin.”
Her wiha ji bo rêgirtina li ber bikaranîna karkeran û pirsgirêkên girêdayî wê Heyfa wiha got: “Ji bo derbaskirina van pirsgirêkan û ji bo şîrovekirina armancên yekitiyê me karker di dewreyên perwerdeyê re derbas kirin.”
Têkildarî mijara berfirehkirina xebatên komîteyê, Heyfa da zanîn ku wan li gelek herêmên kantona Hesekê wekî El-Erîşe, El-Şedadê, Sefya û El-Tiwênê komîte ava kirin.
Di dawiya axaftina xwe de hevseroka Komîteya Karkeran a Kantona Hesekê Heyfa El-Heneş wiha got: “Me karîbû heta astekê mafên karkeran biparasta, her wiha em hêvî dikin ku hemû karîgerî û sazî karkeran ji derveyî komîteyê erkdar nekin.”