KCK’ê bang li hikumeta Elman û Kurdan kir

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bang li Kurdên li Elmanyayê kir ku xwe ji helwestên tund vegirin û li gorî qanûnan çalakiyan bikin. KCK’ê ji hikumeta Elman jî xwest ku serdana Erdogan betal bike.

KCK’ê ji bo Kurdên li Ewropayê bi taybetî yên li Elmanyayê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Kurdên ji cih û warê xwe bûne

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê wiha ye:

“Gelê Kurd her tim bûye gelê kedkar û penaber ê Rojhilata Navîn. Penaberiya wan gelek caran ji ber sedemên aborî jî be, lê bi giranî ji ber zext û zilmê ye. Ev penaberî di sedsala 20’an de ji aliyê mêtingeriya qirker a serdestên li Kurdistanê ve veguherî koçberiyeke ji neçarî. Bi taybetî dewleta Tirk bi polîtîkaya xwe ya zext û zilmê jiyana aborî ya li Kurdistanê kuşt, berê Kurdan da metropolên Tirkiyeyê û çar aliyên cîhanê û bi vî rengî hewl da Kurdistanê bê mirov bihêle. Ji bo polîtîkaya xwe ya qirkirina çandî û fîzîkî ya li Kurdistanê zû bi ser bixîne, ev yek kir. Ji nifûsa li Bakurê Kurdistanê bêhtir Kurd li metropolên Tirkiyeyê û gelek welatên din dimînin.

Yek ji deverên ku Kurdan ji neçarî xwe lê girtine Ewropa ye. Zêdeyî 1.5 milyon Kurd li Elmanyayê dimînin. Beşek ji van piştî salên 1960’î ji bo kar çûn Elmanyayê. Piraniya wan jî Kurdên ji ber şerê qirkirinê yê dewleta Tirk ji neçarî ji cih û warê xwe bûne. Bi komkujiya Mereşê ya 1978’an re Kurdên li rojavayê Firatê bi zorê koçî Ewropayê kirin. Bazirganên mirovan ku ji aliyê MÎT’ê ve hatin birêxistinkirin û parastin, berê van Kurdan dan Ewropayê. 90 ji sedî yê Kurdên li rojavayê Firatê niha li metropolên Tirkiyeyê û Ewropayê ne. Li rojavayê Firatê nifûsa Tirkan hate zêdekirin û bi vî rengî polîtîkaya qirkirinê bi cih hate anîn.

Koçberiya bi darê zorê ku berî û piştî salên 1980’î li rojavayê Firatê rû da, piştî salên 1990’î bi giranî li rojhilatê Firatê zêde bû. Gundên Kurdan hatin şewitandin û valakirin, bi hezaran mirov bi rengekî ‘kiryar nediyar’ hatin kuştin, êşkence li sed hezaran kesî hate kirin û bi deh hezaran kes hatin girtn. Jiyan li Kurdistanê herimandin. Armanc ji van êrîşan ew bû ku Kurdistanê bê mirov bihêlin, berxwedana Kurdan bişikînin û qirkirinê temam bikin. Ji ber vî şerê gemarî bi milyonan Kurdî koçî metropolên Tirkiyeyê kirin, bi sed hezaran jî berê xwe dan Ewropayê. Piraniya Kurdên ji cih û warê xwe bûne, ew Kurd in ku gundên wan hatine şewitandin, li Kurdistanê zext, êşkence û zilm li wan hatiye kirin û zarokên wan an şehîd ketine ya jî hatine girtin.

Kurdên li Ewropayê mafên xwe yên demokratîk û qanûnî bi kar anîn

Kurdan salên 1980’î zilma faşîzma 12’ê Îlonê, salên 1990’î jî şerê qirêj her gavê protesto kirin û li dijî polîtîkayên mêtinger qirker ên dewleta Tirk nerazîbûna xwe ya demokratîk nîşan dan û mafên xwe yên têkoşînê bi kar anîn. Li dijî êrîşên gelekî giran ên dewleta Tirk, car carna nerazîbûnên tund hatin nîşandan, lê belê tevgera me hişyarî da û hewl da pêşî li van bûyerên îstîsnayî bigire. Ji xwe gelê Kurd û dostên wan ên li Ewropayê bi taybetî li Elmanyayê, demeke dirêj di çarçoveya qanûnan de mafên xwe bi kar anîn.

Plana têkbirinê

Desthilatdariya AKP’ê dît ku Kurdan sala 2014’an li Şengalê, Başûrê Kurdistanê û li Rojavayê Kurdistanê bi taybetî li Kobanê bi têkoşîna xwe ya li dijî çeteyên DAÎŞ û El Nûsra bûn hêza siyasî, leşkerî û civakî li Rojhilata Navîn, Kurdistan û Tirkiyeyê. Lewma di havîna 2014’an de ji bo kuştina bi hezaran Kurdî, girtina bi sed hezaran û koçberkirinê, Plana Têkbirinê amade kir. Di çarçoveya vê planê de li Desteya Ewlekariya Milî ya 30’ê Cotmehê li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd biryara şerê topyekûn hate dayin. Rêber Apo û tevgera me ji bo pêşî li vî şerî bigire bi pêşniyarên maqûl gelekî hewl dan. Lê belê Mutabaqata Dolmabahçeyê ku protokola çareseriyê ya maqûl bû nehate qebûlkirin, tecrîda li ser Rêber Apo hate şidandin û hilbijartinên 7’ê Hezîranê yên ku zemîn ji demokratîkbûna Tirkiyeyê re amade kir hate redkirin. Desthilatdariya AKP’ê di çarçoveya vê polîtîkaya xwe de, 24’ê Hezîranê roja salvegera îmzekirina Peymana Lozanê li dijî gelê Kurd dest bi êrîşeke qirkirinê ya topyekûn kir. Di encama van êrîşan de parlamenter, hevaşredar, gelek rêveberên partiyê û bi hezaran siyasetmedar hatin girtin, qeyûm li şaredariyan hate bicihkirin, bajarên Kurdan hatin şewitandin û xerakirin, bi sedan sivîl hatin kuştin. Her wiha bi vê feraseta polîtîk Efrîn hate dagirkirin ku bi sedan sivîl lê hatin kuştin. Di xerakirin û şewitandina bajaran de, di dagirkirina Efrînê tankên Elmanyayê hatin bikaranîn. Desthilatdariya AKP’ê ya faşîst, li gel êrîşên xwe yên li dijî gelê Kurd, zexta li ser hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê jî giran kir.

Divê ciwanên li ewropayê xwe ji helwestên tund vegirin, li gorî qanûnan tevbigerin

Ev êrîşên desthilatdariya faşîst a AKP’ê, li her devera ku Kurd lê ne, li Ewropayê bi taybetî li Elmanyayê bi bikaranîna mafên demokratîk hate şermezarkirin. Di dema van protestoyan de ciwanan hin caran nerazîbûneke tund nîşan dan ku zor dida qanûnên Elmanyayê. Hikumeta Elmanyayê hem ji ber zexta desthilatdariya AKP’ê, hem jî bi bahaneya van nerazîbûnan bi rengekî antî demokratîk êrîş bir ser saxiyên Kurdan ên demokratîk û hin siyasetmedarên Kurd girt.

Di dema bikaranîna mafê demokratîk de em ti carî nebûn alîgir ku helwest û nêzîkatiyeke ku tehdeyê li qanûnên welatên Ewropayê dikin bê nîşandan. Ji ber ku bi taybetî li Elmanyayê, ev yek weke hincet tê bikaranîn û di çarçoveya daxwazên dewleta Tirk de zext li saziyên demokratîk ên gelê Kurd tê kirin. Ji ber vê yekê, em bang li hemû ciwanan dikin, ên ku ji Tevgera Azadiyê ya Kurd hez dikin û dilsozê Rêbertî ne; xwe ji çalakiyên bi vî rengî yên nerazîbûna tund vegirin û protestoyên xwe di çarçoveya qanûnên Elmanyayê de bikin. Bi çalakiyên tund re bila nebin sedem ku êrîş li saziyên Kurd ên demokratîk were kirin. Dema ku tecrîda giran a li ser Rêbertî û êrîşên faşîzma AKP’ê yên li dijî gelê Kurd bi meş û çalakiyên demokratîk tên protestokirin, divê helwestek li derveyî qanûnên Elmanyayê nayê nîşandan.

Divê hikumeta Elman jî bi rêzdarî nêzî mafê çalakiyan bibe

Bêguman hikumeta Elmanyayê jî çawa ku hurmetê nîşanî mafê demokratîk ê çalakiyan ê gelê Elmanyayê dide, divê heman hurmetê nîşanî gelê Kurd jî bide. Qedexekirina sembolên YPG û YPJ’ê ku li ser daxwaza dewleta Tirk hatiye kirin, binpêkirina qanûnên Elmanyayê ye û ji aliyê raya giştî ya demokratîk a Elman ve jî nayê qebûlkirin. Em ji ciwanan dixwazin ku çalakiyên xwe yên li Elmanyayê li gorî qanûnan bikin, lê li aliyê din êrîşa polîsên Elman a bi hincetên ne mantiqî ya li dijî protestoya demokratîk a ciwanan, tê wateya qebûlkirina kiryarên faşîzma AKP’ê. Ev helwesta wan a ku gelê Kurd rencîde dike, nepêkan e ku ji aliyê mirovên xwedî zîhniyeteke demokratîk ve bê qebûlkirin.

Desteka Elmanyayê ya ji bo plana qirkirinê

Lê belê ev yek rastiyek e; Hikumeta Elman ku zêdeyî 150 sal in têkiliya xwe bi dewleta Tirk re heye, hêza sereke ye ku li gorî berjewendiyên xwe yên aborî û siyasî destekê dide polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan. Polîtîkayên vê dawiyê, têkiliya bi Tirkiyeyê re û desteka siyasî ya hikumeta Elman, nîşaneya berbiçav a vê yekê ye. Helwesta ku piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê û dema hilbijartinên 24’ê Hezîranê de nîşan da, desteka vekirî ya ji bo faşîzma AKP’ê bû. çawa ku Hîtler piştî şewata Reîchstagê êrîş bir ser hêzên demokrasiyê, sosyalîst û Yahûdiyan, desthilatdariya AKP’ê jî bi hinceta hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê, bi darbeya Rewşa Awarte ya 20’ê Tîrmehê re êrîş bir ser hêzên demokrasiyê û gelê Kured. Ji serdema darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê jî wêdetir bi hearan demokrat û rewşenbîran serlêdana penaberiyê li Elmanyayê kir. Bi referandûma ne meşrû û hilbijartinên 24’ê Hezîranê re li Tirkiyeyê dîktatoriya yek şexsî ava bû. Di rewşeke wiha de nêzîkatiya hikumeta Elman ku dibêje ‘Ez ê bi desthialtdariya AKP’ê re têkiliyeke baş deynim, ji bo ji krîza aboriyê derkeve ez ê alîkariyê bidim’, teşwîqa ji bo êrîşa li dijî hêzên demokrasiyê û gelê Kurd e. Hikumeta Elmanyayê bi vê helwesta xwe re dibe şirîkê sûcên desthilatdariya AKP’ê.

Vexwendina Erdogan ji bo Elmanyayê gelê elman êşandiye

Tayyîp Erdogan bi gotin û polîtîkaya xwe, kir ku li Tirkiye û Rojhilata Navîn kes û rêxistinên weke DAÎŞ û El Nûsra derkevin holê. Vexwendina kesekî bi vî rengî ji bo Elmanyayê, hem tê wateya desteka ji bo êrîşên li dijî gelê Kurd hêzên demokrasiyê, hem jî nêzîkatiyeke ku gelê Elmanyayê rencîde dike û diêşîne. Elmanya bi vê nêzîkatiya xwe re piştgirî daye polîtîkaya Tayyîp Erdogan a ji bo qirkirina Kurdan. Gelê Kurd wê vê yekê qebûl neke. Gelê Kurd ê li Ewropayê wê bi hêzên demokratîk ên li Elmanyayê û hemû welatên Ewropayê, li dijî vê serdana ku gelê Elman jî diêşîne mafê xwe yê protestoyî yê demokratîk bi kar bîne.

Divê serdana Erdogan bê betalkirin

Em bang li hikumeta rewa ya gelê Elmanyayê dike ku xwedî kevneşopiyeke xurt a demokratîk e û genên ruhê azadiyê yê Germen pê er heye, vê serdana şefê qirkirin û dijminê demokrasiyê yê faşîzma AKP’ê betal bike. Em bang lê dikin ku daxwaza desthilatdariya AKP’ê ya ku dixwaze zext li saziyên demokratîk ên Kurdan ên li Elmanyayê bê kirin red bike û nîşan bide ku nirxên demokratîk ên gelên Ewropayê û Elmanyayê hene.”

Check Also

‘Tunekirina terorê ne hêsan e lê hêzên me jêre amade ne’

Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê Ehmed Ebû Xewla got  şerê tunekirina terorê ne …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *