حركة المجتمع الديمقراطي

Konferansa Yekitiya Rewşenbîrên Cizîrê bi dawî bû

2,010

3‘yemîn Konferansa Yekitiya Rewşenbîrên Cizîrê bi hilbijartina rêveberên nû û derxistina plansaziya dema pêş bi dawî bû.

3`yemîn Konferansa Yekitiya Rewşenbîrên Cizîrê vê sibehê li navenda Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo bi dirûşma “Bi ramana azad û hişmendiya ronakbîriyê em ê berxwedana Efrînê xurt bikin” dest pê kir.

Piştî nirxandina xebatên yekitiyê yên salane, rêziknameya yekitiyê jî hat xwendin û nêrîn û pêşniyaran beşdaran hatin girtin. Li gorî pêşniyaran jî hin guhertin di bendên rêziknameyê de hatin çêkirin.

Ji guhertinan; navê Yektiya Rewşenbîrên Cizîrê veguherî Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê.

Her wiha plansazî ji bo dema pêş hate danîn.

Rêxistinî:

-Xurtkirina koordîneyê bi meclis û komînan re û zêdekirina semîneran û panêlan.

-Navnedên yekitiyê li herêmên din werin vekirin.

-Pêşxistin û rêxitinkirina hemû şaxên yekitiyê û xurtkirina têkiliyan bi hemû rewşenbîran.

Çalakî:

-Lidarxisitna mîhrecaneke navendî ji bo helbestan li ser asta herêma Cizîrê.

-Lidarxisitna mîhrecaneke navendî ji bo kuteçîrokan li ser asta herêma Cizîrê.

– Helbestvan Cegerxwîn, Seydayê Tîrêj, Mihemed Elî Cesûr û Yûsif Berazî werin bîranîn.

Ragihand:

-Çapkirina pirtûkên balkêş.

-Derxistina kovara bi navê rewşenbîran li ser asta Bakurê Sûriyeyê.

Di dawiya konferansê de ji bo hilbijartina desteya rêveber a yekitiyê dengdan pêk hat, di encamê de 7 kes hatin hilbijartin, ji wan dê hevserok werin diyarkirin.

Konferans bi dirûşmeyan bi dawî bû.