Kongreya Star a Hesekê biryarên kongreyê pêk tîne

Rêvebera Kongreya Star a Hesekê Rîma Mehmûd diyar kir ku li Hesekê biryarên konferansa 7‘an a Kongreya Star têne pêkanîn û destnîşan kir ku 7 komîteyên xizmetguzariyê ji bo jinan hatin avakirin.

Kongreya Star a Kantona Hesekê 25‘ê Tîrmehê li hola Beylesan a navçeya Amûdê 7‘emîn konferansa xwe li dar xist. Konferans bi beşdarbûna 350 deleqeyên Kongreya Star ên hemû navçe û bajarokên kantona Hesekê pêk hat.

Piştî lidarxistina konferansên Kongreya Star li tevahî kantonên Rojava û Bakurê Sûriyeyê, kongreya giştî ya 7‘emîn a Kongreya Star li bajarê Rimêlan hate lidarxistin. Kongre du rojan berdewam kir.

Der barê pêkanîna biryarên kongrê, Rêvebera Kongreya Star a bajarê Hesekê Rîma Mehmûd ji ajansa me re axivî.

Rîman anî ziman ku, piştî hilbijartinan komîteyên xizmetguzarî li gelek deverên kantonê hatin avakirin.

Rîman, da xuyakirin ku li deh bajarokên kantona Hesekê civîn ji jinan re hatin lidarxistin û 7 komîte hatin avakirin. Komîteyên hatin avakirin; lihevanîn, parastin, perwerde, aborî, tenduristî, çand û huner” her komîteyek ji 7 endaman pêk tê, di nav de serok û du cîger.

Rêvebera Kongreya Star Rîma Mehmûd di daxwiya axaftina xwe de ev tişt bi lêv kir: “Armanca pêkanîna biryaran xizmeta jin û civakê ye, di hemû aliyan de.”

Check Also

‘Tunekirina terorê ne hêsan e lê hêzên me jêre amade ne’

Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê Ehmed Ebû Xewla got  şerê tunekirina terorê ne …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *