YPG`ê encamên çalakiyên tolhildanê aşkere kirin

YPG`ê encamên çalakiyên tolhildanê li Efrînê aşkere kirin û diyar kir ku 19 çete di encama wan çalakiyan de hatin kuştin.

Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê bi daxuyaniyeke nivîskî encamên çalakiyên şervanên YPG û YPJ`ê li Efrînê aşkere kirin.

Daxuyaniya YPG`ê wiha ye:

ʺDi çarçoveya pêngava duyemîn a Berxwedana Serdemê li Efrînê, yekîneyên me di şeva 29’ê Tebaxê de li hember hêzên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi armanca tolhildana du hevalên me yên ku dı diroka 9’ê Tebaxê li gundê Biyê di encama komployekê de hatibûn şehîd xistin rêzeçalakiyên bi bandor lidar xistin. Di encama detayên çalakiyên ku li gundên Biyê û Kefr Nebo yên navçeya Şêrawa hatin lidarxistin wiha ye;

1. Di dîroka 29’ê Tebaxê di saet 01:00’an de hêzên me li hember xaleke kombûnê ya çeteyên koma Firqet Hemze ya li gundê Biyê yê navçeya Şêrawa çalakiyek bi bandor lidar xistin. Kombûna çeteyan hate hedefgirtin û di mesafeyek nêz de bi awayek bandor hate lêdan. Di encama şerê  sînge sîng de 10 çete hatin kuştin, 2 çekên AK-47 û miqdarek cebilxane hatin desteserkirin û motosîkletek hate rûxandin. Her wiha gelek çete di dema çalakiyê de ji qada şer reviyan.

2. Di dîroka 29’ê Tebaxê di saet 03:30’an de dema çete dixwestin di herêmê de tevger bidin destpê kirin, yekîneyek me çalakiyeke sabotajê li hember seyareyeke leşkerî ya çeteyan pêk anî. Di encama çalakiyê de seyare bi temamî hate rûxandin û 5 çete tê de hatin kuştin. Piştî çalakiyê komên çete operasyonek berfireh li herêmê dan destpêkirin. Operasyona ku li gundên Biyê, Kefr Nebo, Birc Heyder û Beradê yên navçeya Şêrawa destpê kir, demek şûn de bê encam paşve kişiya.

3. Di dîroka 29’ê Tebaxê saet di 06:30’an de yekîneyek me li ser rêya di navbera gundên Biyê û Kefr Nebo de bi çalakiyeke sabotajê du seyareyên leşkerî hedef girtin. Di encama çalakiyê de herdû seyare hatin derbkirin, yek ji serçeteyê Feylaq El Şam bi navê Xalid El Ebîd 4 çete hatin kuştin û hejmarek çete brîndar bûn.

Piştî çalakiyên serkeftî yên hêzên me, artêşa Tirk a dagirker gundên Başemrê, Birc Qeys û Gundê Mezin bi hawan û obusan topbaran kir. Di tevahiya rojê de balafirên bêmirov yên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmê geriya.

Di encama çalakiyên bi bandor hatin lidarxistin de, bi giştî 19 çete hatin kuştin, 3 seyare û motosîkletek komên çete hatin rûxandin û derbkirin û 2 çekên tîpa AK-47 (Kalashnikov) û miqdarek cebilxane hatin desteserkirin.ʺ

Check Also

‘Tunekirina terorê ne hêsan e lê hêzên me jêre amade ne’

Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê Ehmed Ebû Xewla got  şerê tunekirina terorê ne …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *