حركة المجتمع الديمقراطي

Encamnameya Kongreya Sêyemîn a TEV-DEM‘ê

802

Sêyemîn Kongreya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi xwendina encamnameya kongreyê bi dawî bû.

Encamname ji aliyê Berdevkê Navenda Têkiliyên Doplomasî ya TEV-DEM‘ê Kemal Akif ve hate xwendin.

Encamname wiha ye:

“Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) kongereya xwe ya sêyemîn di 27‘ê Tebaxa 2018‘an de li bajaroka Rimêlan bi dirûşma (Bi civaka rêxisitinkirî û azad em ê serkeftinê mîsoger bikin) li dar xist. 500 delege, yên ji sazî, deste û rêxistinên tevgerê yên bakur û rojhilatê Sûriyeyê, mêvan ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, partiyên siyasî yên kurdî, bi dehan endamên saziyan, desteyên hiqûqî û sivîl û rûspiyên herêmê beşdarî kongrê bibûn. Beşdarên kongrê piştgiriya xwe bi têkoşîna tevgera me ya di vê pêvajoya hestiryar de ku Sûriyeyê û Rojhilata Navîn tê re derbas dibe, nîşan dan, her wiha siyaset û helwesta durist a tevgera me yên der bare çareserkirina aloziya Sûriyeyê û peydakirina çareseriya demokratîk û adil ji bo doza kurd li Sûriyeyê erênî nirxandin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê li ser giyanê şehîdan, axaftina destpêkê ya kongrê ji aliyê hevseroka Kantona Cizîrê ve hate kirin. paşê jî hevserokên Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk axivîn.

Kongrê bi xwendin û nirxandina rewşa siyasî, rapora Desteya Rêveber, peyaman û rêziknameyê berdewam kir, piştî nîqaşên beşdarên kongrê li gorî pêşniyarên hatin kirin guhertinên di pergalê de hatin çêkiri.

Beşdaran, felsefeya netewa demokratîk û xeta sêyemîn a ku tevgera me ji destpêka aloziyê û şerê li Sûriyeyê wekî bingeh girtiye, nirxandin. Hemû beşdaran nêrîna me ya der barê çareserkirina aloziya Sûriyeyê û tevahî Rojhilata Navîn de bi nêrîna herî baş û durist destnîşan kirin. Me xeta sêyemîn hilbijart, ev xet jî xwe dispêre projeyekeSûrî demokratîk ku hêviyên hemû pêkhateyên gel pêk tîne, modêla Rêveberiya Xweseriya Demokratîk delîlê vê yekê ye.

Beşdaran her wiha tekezî li ser girîngiya xwe birêxistinkirinê anîn ziman. Qada sêyemîn an jî qada civaka sivîl tekezî li ser têkoşîna ji bo pêkanîna nirx û fikirên civakî û xebatên dildarî û xêrxwazî, parastina mafên hemû beşên civakî û avakirina bingehên sîstema demokratîk, dike.

Kongre gelek biryarên rêxistinî girtin, ku tekezî li ser israra me ya pêkanîna statîjiyên tevegerê wekî tevgereke saziyeke aktîv li Rojava û Bakurê Sûriyeyê ku jin û ciwan pêşengên wê ne dike. Her wiha tevgera me starîjiyek danî ye da ku rê li ber koçberkirina ji Kurdistanê bigire, ku ev koçberkirin xeteriyeke mezin li ser hemû pêkhateyên Mezopotamyayê û gelê Kurdî bi taybet çêdike, her wiha dê bi hemû rêbazên demokratîk kar bike da ku kesên koçber bûne li warê xwe vegerin. Kongre careke din girîngiya lidarxistina kongreya netewî ya Kurdistanê û yekrêziya gel kurd li Rojava û dûrxistina nakokiyan dûbare kirin, her wiha têkoşîna pêkanîna biryarên Kongreya Rizgarkirina Efrînê destnîşan kir.

Herî dawî, Zelel Ceger û Xerîb Hiso wekî hevserokên Desteya Rêveber a TEV-DEM‘ê hatin hilbijartin û 64 endamên desteyê hatin hilbijartin. Hevserokan û endamên meclisê sûnda şopandina xeta şehîdan dan.”