حركة المجتمع الديمقراطي

‘TEV-DEM dê guhertinên cidî pêk bîne’

1,973

Berdevkê Têkiliyên Dîplomasî ya TEV-DEM’ê Kemal Akif diyar kir ku TEV-DEM dê guhertinên cidî di kongreya xwe ya sêyemîn de pêk bîne û piştrast kir ku biryarên ku ji kongrê derkevin dê li gorî geşedanên siyasî û civakî li herêmên Sûriyeyê bin.

Berdevkê Têkiliyên Dîplomasî ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Kemal Akif der barê xebatên amadekariya lidarxistina sêyemîn kongreya TEV-DEM’ê de ku tê payîn sibe were lidarxistin, ji ajansa me ANHA’yê re axivî.

Akif di destpêka axaftina xwe de got ku TEV-DEM li ser bingeha birêxistinkirina civakê û avakirina civakeke exlaqî û demokratîk hatiye damezirandin. Ji sala 2011’an ve û piştî guhertinên li herêmên Sûriyeyê rû dane, TEV-DEM bi roleke girîng di hemû aliyên siyasî, civakî û aborî de rabû.

Akif da zanîn ku TEV-DEM ji dema hatiye damezirandin ve tu carî alîgiriya tu aliyan nekiriye da ku bigihîje desthilatdariyê û berovajî wê xebatên xwe di perwerdekirina civakê de dane meşandin û gelek akademî vekirin. Bi rêya van xebatan jî projeya Tevgera Civaka Demokratîk veguherî yek ji projeyên herî girîng û herî guncaw di hundirê Sûriyeyê de.

Akif piştrast kir ku sazî û meclîsên ku TEV-DEM beşdarî wan bûye, bi roleke mezin di Sûriyeyê de rabûne û wiha got: “Bi rêya TEV-DEM’ê van sazî û meclisan tecrube wergirtin û karibûn xwe bi xwe xwe bi rê ve bibin. Li ser vî esasî TEV-DEM dê rola xwe li gorî geşedanên li herêmê û guhertinan piştî sala 2018’an dê rola xwe biguherîne.”

Akif bal kişand ku TEV-DEM dê xebatên xwe li herêmên Bakurê Sûriyeyê berdewam bike û dê bi roleke girîng di çareseriya aloziya Sûriyeyê de rabe û dê cihê xwe di nava saziyên sivîl de bigire. Lidarxistina kongrê jî li ser pêdiviya geşedanên li herêmê ye.

Akif got ku biryarên konferansa sêyemîn a TEV-DEM’ê dê li ser bingeha xeta sêyemîn bêne dayîn û TEV-DEM dê guhertinên cidî di vê kongrê de pêk bîne.

Der barê şandeyên ku dê beşdarî kongrê bibin de berdevkê Têkiliyên Dîplomasî ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Kemal Akif got ku wan hemû meclisên girêdayî Meclisa Sûriyeya Demokratîk, Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî û kesayetên siyasî vexwendine kongrê.