حركة المجتمع الديمقراطي

Yekîtiya Suryanî: Em ê sînoran ji kesên tevlîheviyê derdixin re deynin

741

Partiya Yekîtiya Suryanî got ku ew ê sînor ji kesên dixwazin tevlîheviyê derbixin û aştî û aramiya li herêmê ku di dema hebûna Rêveberiya Xweser de çêbûye, binpê bikin deyînin.

Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Suryanî derbarê gotegotên ku hin derdor belav dikin û îdayan dikin Rêveberiya xweser fêrbûna zimanê suryanî di dibistanên taybet ên girdayî kenîseyên herêma  Cizîrê qedexe kirine, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Sîstema perwede û fêrkirinê, her wiha metriyalên perwedeyê yên hemû astan di pêşketina gelan de xwedî girîngiyeke mezin in. Dijberî vê nerînê jî dê bandoreke neyînî ya mezin hebe. Ev di metriyalên perwedeyê yên Partiya Baas û bîrdoziya wê ya tunekirina nasnameyên din ên ji bilî ereban di nava destûrê de nîşan dide. Ev di metriyalên perwedeyê de jî diyar bû, di siyaseta wan a erebkirinê ku di  60 salên derbasbûyî de pêk hat, diyar bû. Ev siyaseta wan bû sedema pişavtin û tunekirina çand û zimanê suryaniyan li welatê wan ê resen Sûriyayê. Ji ber vê yekê gelê me asta bilind a pêşketin û rêveberiyê ku li gel bapîrên me hebû, winda kirin.

Em jî wekî Partiya Yekîtiya Suryanî yek ji armancên me yên sereke ew e ku em maf û çanda gelê me yê suryanî di destûrê de bi cih bikin. Zimanê me yê suryanî bibe zimanekî fermî û niştmanî, di hemû qadên jiyanê de û bi taybet di perwedeyê de bi cih bibe. Zarokên me mafê xwe yê perwedeya bi zimanê dayîkê li gorî peymanên mafê mirovan ên NY’yî pêk bîn in.

Têrê nake ku zimanê suryanî tenê wekî zimanê rêûresmên olî were dayîn, di demên derbasbûyî de ev siyaset têk çûn. Lewma divê xwendekar fêrî wêje, çand, dîrok û sembolên xwe bibe. Ev jî di riya metriyalên bi zimanê suryanî pêk tê. Di heman demê de jî çanda gelên din jî fêr bibe. Ev jî dê bibe siyasetek perwerdeyê ya temam û adil. Di riya wê re dê çanda gelan li şûna were tunekirinê, vejîn bibe. Tiştê me di vê derbarê de  berê jiyan kiriye siyasetên tunekirinê ne, ev siyast jî ne kêmî komkujiyên ku di nava dîrokê de bi sere me gelê me yê suryan, asûr û kildanî pêk hatine ye.

Partiya Yekîtiya Suryanî û bi alîkariya Komeleya Çandî ya Suryaniyan ji bo pêkanîna vê armancê û bi taybet piştî damezirandina Rêveberiyta Xweseriya Demokatîk kar kir.

Em îro ber bi pêkanîna vê daxwaza xwe ve diçin û em ê metriyalên ku dikarin nifşekî nû yê zana saz bikin, pêk bîn in. nifşekî ku ji welat, nasname û ola xwe hez bike, di heman demê de li ser hemû pêkhateyên din  vekirî be û dûrî fikirên şovinist ên dibin sedema cûdakarî û nefreta ji aliyên din re bikevin.

Em ê di heman demê de tekoşîn bikin ku sînorek ji kesên dixwazin tevlîheviyê derbixin, aştî û ewlekariya herêmî binpê bikin re deyînin. Bi vê yekê jî em ê zimanê suryanî bi rêgeza saxlem wekî zimanekî ku temenî wî hezaran sal e û ketiye asta zimanê li ber tunebûnê, vejîn bikin.

Li ber vê aramnca xwe em wekî partiya Yekîtiya Suryanî, li dijî hemû siyasetên kilaskîk ên ji bo pêkhatyên Sûriyê berdin hev têne kirin, derkevin. Da ku em ji rêgeza koletiyê ku aliyê din ji bo wê kar kiriye, derkevin, em ê meşa gelê xwe ya suryan, kildan û asûrî di qonxa pêş de pêk bîn in.  Bela ev qonaxa dîrokî ji gelê me re bibe derfetek ku biryara xwe pêk bîne û bi alîkariya wan aliyên hewl didin alîkariya me bikin em aramnca gelê xwe pêk bîn in. Gelê me her dem û bi riya hemû sazî û partiyên xwe hewl didin ku zimanê xwe di welatê xwe û li ser xaka xwe pêk bîn in. Ji vê nerînê em destê xwe dirêjî hemû kesên welat perwer û yên dilê wan li ser welat e dikin, da ku em bi hev re perwedeyeke nû pêk bînin, bi wê jî mirovên nû ku rola wan a çalak di avakirina Sûriya nû ya li ser esasê wekhevî û edaleta civakî ava bikin.