Bi armanca parastina ewlehiya welatiyên Bakurê Sûriyeyê, Fermandariya Giştî ya Ewlekariya Hundirîn a Bakurê Sûriyeyê daxuyaniyeke nivîskî da.
Bi boneya nêzîkbûna cejna Qurbanê û ji bo parastina welatiyên Bakurê Sûriyeyê, Fermandariya Giştî ya Ewlekariya Hundirîn a Bakurê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê rêze tedbîrên xwe aşkere kirin û banga alîkariyê ji hemû welatiyan kir.
Daxuyaniya Fermandariyê wiha ye:
“Em cejna Qurbanê bi dilekî germ li hemû gelê xwe pîroz dikin. Em ji gelê xwe re cejneke xweş û geş hêvî dikin û aramiyê ji hemû gelê xwe re dixwazin.
Em ji gelê xwe dixwazin ku li gorî van bendên jêrîn ji bo ewlehiyê tevbigerin.
1-Tevgera hemû cûreyên siwareyan ji saet 13:00’an, 19’ê Tebaxa 2018’an roja Yekşemê heta saet 15:00’an 22’yê Tebaxa 2018’an roja çarşemê ye.
2-Tevgera motoskilêtan ku motoskilêtên leşkerî jî digire nava xwe ji saet 8:00 20’ê Tebaxa 2018’an roja Duşemê heta saet 15:00’an 22’yê Tebaxa 2018’an roja Çarşemê qedexe ye.
3-Derbaskirina siwareyan ya bajaran di bendên kontrolê re ji saet 8:00’an 20’ê Tebaxa 2018’an roja Duşemê heta saet 15:00’an 22’yê Tebaxa 2018’an roja Çarşermê qedexe ye.
4-Avêtina guleyan ji aliyê endamên hêzên leşkerî û hemû welatiyan ve qedexe ye.
Em weke Fermandariya Giştî ya Ewlekariya Hundirîn a Bakurê Sûriyeyê careke din cejna Qurbanê li hemû welatiyên xwe pîroz dikin û cejneke xweş û geş ji wan re hêvî dikin.
Fermandariya Giştî ya Ewlekariya Hundirîn-Bakurê Sûriye 19/8/2018.”