حركة المجتمع الديمقراطي

YBŞ: Wê Tola Mam Zekî bê rakirin û serkeftinê misoger bikin

670

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) diyar kir ku êrîşa suîkastê ya li hemberî Endamê Kordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî, plana temamkirina fermanê ye. Fermandariyê destnîşan kir ku ew ê tola Mam Zekî hilînin û serkeftinê misoger bikin.

Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê derbarê êrîşa suîkastê ku di 15’ê Tebaxê de ji aliyê balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker ve li hemberî Endamê Kordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî pêk hatibû de, daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di heman êrîşê de 3 şervanên YBŞ’ê ku bi erka ewlekariyê radibûn, birînar bûne.

Daxuyaniya ku di malpera fermî ya YBŞ’ê de hat weşandin wiha ye:

“Dî dîroka 15’ê tebaxa 2018’an de di salvegera komkûjiya Koço de bi destê faîlê fermanê û qirkirina Koço êrîşek din pek hat. Di vê êrîşa bêbext de Endamê Kordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî şehîd ket. Ev êrîşa bêbext di saet 4’ê êvarê di dema vegera merasîma Koço de hate pêk anîn. Di dema vê êrîşê de 3 hevalên ku bi heval Zekî re diman û bi erka ewlekariyê li gel bûn, birîndar bûn. Çîroka bêbextiya Koço xwe car din zindî kir. Qetlîama Koço, ya ku di 15’ê Tebaxê de pêk hatî, hişmendiya dijminatî û zalimtiya li ser gelê vê xakê bû.

Şêwazê bi ser de hatina 15’ê tebaxa 2018’an, resmê erîşa li reseniya me û hişê dîrokî yê dijminê me ye. Ev hemû êrîş jî di dîrokên plankirî de hatiye pêkanîn. Lewra di 15’ê Tebaxê de pêkanîna êrîşek bi vî rengî xwedî wateyek bi çi rengê ye ev yek tê zanîn.

Di şexsê kedkarê avabûna me, rêberê têkoşîna me Mam Zekî de êrîşa ku pêk hatî hişekî dîrokî û tolhildana dîrokî ya ji Êzîdxan, gelê bindest, civaka azadixwaz e. Êrîşa li ser Mam Zekî plan û xwesteka temamkirina fermanê ye. Kesayeta Mam Zekî li pêşiya fermanê sekinî, xwest bi zanîstî rêxîstîn û yêkîtîya gelê me ava bike û hemû hebûna xwe xist xizmeta vê armancê, ji ber vê yekê hat hedefgirtin.

Em wek YBŞ û YJŞ dibêjîn ku ê bi vê êrîşa sultanê DAIŞ’ê re bûyî hevkar û bi ferasete bêbext a Erdoxan re, di şexşê Mam Zekî de êrîş li ser civaka Êzidî anîn, wê hesab bidin. Wê tola Mam Zekî bê rakirin. Wek YBŞ me bi têkoşîn û berxwedaniya xwe nîşan da ku her dilopek xwîna şehîdan, me mezîntir dike, gav pêşde dide avêtin. Her dilopek xwîna şehîd wê bibe sitûna yekîtiya gelê me û mezînbûna YBŞ û YJŞ’ê.

Her wiha di derheqê vê êrîşê de pêwîst e hêzên peywendîdar helwesta xwe diyar bikin. Wê ev êrîşa  dewleta Tirk û hevkarê wê ji wan re nemîne. Emê sekin û tekoşîna Mam Zekî  bikin hêz û sekna YBŞ û YJŞ. Li ser vê xakê tu êrîş wê bêbersîv nemînin. Em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî gelê xwe, nirxên xwe  biparêzin. Em ê bibin şopdarên xeyalên Mam Zekî û hêza parastina xwe mezîn bikin, azadîya vê xakê misoger bikin. Em soza têkoşînê û mîsogerkirina serkeftînê didin Mam Zekî. Em ji Mamê xwe re dibêjîn ku em ê tola te ji dijminan re nehelîn.”