حركة المجتمع الديمقراطي

PKK: Şagirtên Mam Zekî, wê hesabê kiryarên kujerên faşîst qat bi qat ji wan bipirsin

605

Komîteya Rêveber a PKK’ê destnîşan kir ku sûîqesta dewleta Tirk a li Şengalê di encama hevdîtin û bazareke mezin de pêk hatiye û got, “Di demeke pir nêz de wê kêfa wan di ber wan de bimîne.”

Komîteya Rêveber a PKK’ê li ser êrîşa hewayî ya li Şengalê ku dewleta Tirk 15’ê Tebaxê li Şengalê li dijî endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî kir, daxuyaniyeke nivîskî weşand. PKK’ê bi taybetî bal kşand ser hevdîtinên navbera Enqere, Hewlêr, Bexda û Washîngtonê de kir û got, “Hevdîtin û bazara navbera van hêzan ji bo kuştina Zekî Şengalî bû.” PKK’ê wiha dewam kir: “Şagirtên Mam Zekî, milîtanên Apoyî yên qewîn wê hesabê kiryarên kujerên faşîst qat bi qat ji wan bipirsin.”

Daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK’ê wiha ye:

“Ji ber êrîşa hewayî ya hêzên artêşa TC a faşîst-qirker ku roja 15’ê Tebaxê li xaka qedîm a Kurdistanê li Şengalê kir, Mamê civaka Kurd a Êzidî Mam Zekî, şervanê azadiyê yê leheng ê gelê Kurdistanê, milîtanê kedkar ê tevgera me ya azadiyê, endamê Koordînasyona Civaka Êzidî hevrê Zekî Şengalî (Îsmaîl Ozden) şehîd bû. Beriya her tiştî em wê êrîşa faşîst-mêtinger bi hêrseke mezin şermezar dikin û dibêjin; gel û ciwanên Kurdistanê wê teqez hesabê vê êrîşê bipirsin. Em Zekî Şengalî bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û pê bawer in ku wê li Kurdistana Azad û Şengal a Xweser û Demokratîk her tim were bîranîn.

Hevrêyê me Zekî Şengalî ku ewladekî hêja yê civaka me ya Êzidî ye û li navçeya Qubîn a Êlihê ji dayik bû, welatparêz û şoreşgerekî mezin e ku çil salên emrê xwe yê hêja diyarî rizgariya Kurdistanê û jiyana azad-demokratîk a Kurdên Êzidî kir. Piştî ku bi nêrînên Rêber Abdullah Ocalan hesiya û ew bi xwe nas kir, hîn bi xurtî û çalak tevlî nava refên têkoşînê bû. Demeke dirêj li qada Ewropayê karê şoreşgerî kir, li her qada têkoşîna azadiyê bi erk û berpirsyarî rabû. Di destpêka salên 2000’î de bû endamê Komîteya Navendî ya Partiya me û piştre ji bo endametiya Konseya Rêveber a KCK’ê hate hilbijartin. Piştî ku çeteyên DAÎŞ’ê yên faşîst 3’ê Tebaxa 2014’an ji bo qirkirinê êrîş birin ser civaka me ya Êzidî ya li Şengalê, berê xwe da Şengalê û di nava çar salên bihurî de li ser bingeha xweseriya demokratîk a Şengalê ji bo jiyana bi hev re û azad a civaka me ya Êzidî bi hemû hêza xwe kar kir. Bû mamoste, rêber û nûnerê Kurdîtiya Êzidî ya li Şengalê.

Lewma êrîşa li dijî Zekî Şengalî êrîşa li dijî hebûna Kurdên me yên Êzidî û rêveberiya xweseriya demokratîk e. Êrîşa 15’ê Tebaxê ya li Şengalê ku bi balafirên şer ên TC’ê hate kirin, di heman demê de êrîşa li dijî yekîtiya demokratîk û xwişk-biratiya gelên Şengalê ye. Êrîşek li dijî hebûn û azadiya gelê Kurdistanê ye. Bi êrîşeke wiha xwestin pêşî li demokratîkbûna Iraqê û Başûrê Kurdistanê bigirin. Ev êrîş dewama êrîşa DAÎŞ’ê ya 3’ê Tebaxa 2014’an û êrîşa TC a 24’ê Nîsana 2017’an e. Beşek ji êrîşên hêzên TC ên faşîst ên li dijî Efrîn û Bradostê ne. Ya ku faşîzma DAÎŞ’ê di 3’ê Tebaxa 2014’an de nekarî bike û jê nehat, faşîzma AKP-MHP’ê roja 15’ê Tebaxê xwest bike.

Di vir de lazim e ev pirs bi vekirî were pirsîn: Hêzên TC ên faşîst-qirker bi kîjan maf û hiqûqê her carê bi balafirên şer, tank û topan bomberdûmanê li Şengalê û xaka Başûrê Kurdistanê dike? Gelo Iraq dewletek e û li Bexdayê hikumetek heye yan na? Eger hebe, wê çaxê balafirên şer ên TC bi daxwaz û destûra vê dewlet û hikumetê bombeyan li Şengalê dibarîne? Rêveberiya li Başûrê Kurdistanê ya li Hewlêrê ji bo vê bomberdûmanê çi dibêje? Qada hewayî ya Iraqê bi dehan salan e ji aliyê DYA’yê ve tê parastin. Wê wextê, gelo balafirên şer ên TC’ê bi destûr û daxwaza DYA’yê bombeyan li Şengalê dibarînin? Eşkere û li pêş çavan e; serdana rojek berê ya Serokwezîrê Iraqê li Enqereyê, hevdîtinên îstîxbaratê yên navbera MÎT û îstîxbaratên PDK û YNK’ê, hevdîtinên generalekî DYA’yî yên hefteyek berê li Enqereyê pêk anîn, hemû ji bo vê bûn! Ji bo kuştina Zekî Şengalî ev demeke dirêj e di navbera van hêzan de hevdîtin û bazarî hatiye kirin!

Halbûkî Zekî Şengalî çil salan weke karkerekî şoreşger ê kedkar timî xebitî. Ji bilî azadiya Kurdên Êzidî, azadiya gelê Kurd û xwişk-biratiya gelan ti daxwaza wî tine bû. Mirovekî kamil, kedkar û însanî bû. Timî xizmet ji derdora xwe, ji mirovahiyê re kir. Taybetmendiya civakparêzî ya mirovên Kurd û bîrdoziya azadiyê ya Rêber Apo di kesayetiya xwe de kir yek û bû şervanekî azadiyê yê mînak.

Kujerên faşîst-qirker ji ber ku şervanekî wiha yê azadiyê kuştine, çiqasî ji wan tê bila kêf bikin, bila bikin qareqar. Di demeke gelekî nêz de wê ev kêf û xweşiya wan di ber wan de bimîne. Di serî de jin û ciwan, gelê Kurdistanê bi taybetî civaka me ya Êzidî çawa ku faşîzma DAÎŞ’ê temirand, wê bi rêya têkoşîna xwe ya azadiyê, faşîzma AKP-MHP’ê jî bitemirîne. Weke şagirtên Mam Zekî, weke milîtanên Apoyî yên qewîn wê hesabê kiryarên kujerên faşîst qat bi qat ji wan bipirsin.

Li ser vê bingehê, em hevrê Şehîd Zekî Şengalî careke din bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û bang li gelê Kurdistanê bi taybetî gerîla û ciwanên Kurd dikin ku têkoşîna tolhildana şoreşgerî hîn mezintir bikin.

Di salvegera 15’an a şehadeta wî de, em endamê Komîteya Navendî ya Partiya xwe û endamê Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê hevrê Erdal (Engîn Sîncer) bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin, em ê bi biryardarî li ser şopa wî bimeşin.”