حركة المجتمع الديمقراطي

′Materyalên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dê derbasî asta amadehiyê bibin′

662

Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê yê herêma Cizîrê diyar kir ku ew ji bo sala xwendinê ya nû amade ne. Her wiha destnîşan kir ku dê materyalên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk derbasî asta navîn bikin, her wiha dê di Zanîngeha Rojava de peymangeheke bilind a endezyariya komputerê û pêwendiyan vekin.

Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkinê ya herêma Cizîrê Mihemed Salih Ebdo der barê sala xwendinê ya 2018-2019’an de di dibistanên herêma Cizîrê de ji ajansa me ANHA`yê re axivî. Mihemd Salih Ebdo diyar kir ku plansaziya perwerdeyê ji sala xwendinê ya nû re li herêmê berfireh dibe û pêşve diçe.

Mihemed Salih Ebdo tekez kir ku îsal tu guhertin di materyalên ku ji aliyê Komîteya Perwerdeyê ve hatine amadekirin de tune ye, her wiha destnîşan kir ku materyalên asta amadehiyê bi her sê zimanên kurdî, erebî û suryanî hatine amadekirin.

Hevserokê Desteyê Perwerde û Fêrkirinê yê herêma Cizîrê Mihemd Salih Ebdo diyar kir ku di vê salê de dê Zanîngeha Rojava berfireh bikin û dê peymangeheke bilind a endezyariya komputerê û têkiliyan vekin, her wiha dê peymangeheke aborî li kantonê vekin da ku bibe bingeha avakirina fakulteyeke aborî.