حركة المجتمع الديمقراطي

TEV-DEM: Divê Iraq û Başurê Kurdistan helwesta xwe li hember êrîşên li ser Şengalê aşkere bikin

608

Desteya Rêveber a TEV-DEM‘ê têkildarî êrîşa hawayî ya dewleta Tirk a li ser Şengalê daxuyanî da û got, ” Divê Hikûmeta Iraq û Başûrê Kurdistanê der bare vê sucê de ku  gelek guman çêdike û divê helwesta xwe aşkere bikin. Bêdengiya li hemberî vê êrîşê tê wateya ku destê Tirkiyê di Iraqê de heye û rêveberiya li wir ne berpirsyar e û nûneretiya gelê nake.”  Desteya Rêveber a TEV-DEM‘ê civaka navdewletî berpirsyara êrîşê û komkujiyên li ser gelê Şengalê bi nav kir.

Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokatîk (TEV-DEM) li ser êrîşa hawayî ya duh a li ser Şengalê ku di encamê de Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî şehîd hate xistin daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin;

“Êrîşa 15‘ê Tebaxê ya ku dewleta Tirk li ser Şengalê pêk anî bû, wehşet û hovîtiya dewleta Tirk aşkere dike û berdewama êrîşên çeteyên DAIŞ‘ê ya 13‘ê Tebaxa 2014‘an e. Êrîşa ku duh hate kirin ne tasduf e, bi awayekî pilankirî pêk hate. Tirkiyê xwest bi vê êrîşê peyam bide ku ew dê êrîşên xwe de berdewam bike. Nezame ku êrîş di salvegera komkujiya gundê Koço ya 15‘ê Tebaxa 2014‘an de pêk hat, ku di encamê de zarok, jin û kesên temen mezin bûne qurbanî.

Êrîşa dewleta Tirk careke din tekez dike ku Tirkiyê di siyasetên xwe yên dijminahî de berdewam e û hemû pîvanên navdewletî binpê dike. Bi awayekî aşkere xaka Iraq û Başûrê Kurdistanê bin pê dike, ev yek xetriyeke mezin e. Pêkirinên Tirkiyê rastiya îflasa planên wê yên xapandina gelê Tirk diyar dike, ji ber ku Erdogan dixwaze nêrîna raya giştî ya Tirk ku encanên siyaetên xwe yên têkçûyî li ser bibe.

Wekî Desteya Rêveber a TEV-DEM‘ê em êrîşa dewleta Tirk ên li ser gelê me li her deverê, bi taybet êrîşa 15‘ê Tebaxê li ser Şengalê şermezar dikin. Ev êrîş di hindirê xwe de gelek delîlan digire, diyar dike ku Tirkiyê dewleteke qirker e. Êrîş di roja 15‘ê Tebaxê ango salvegera pêngava têkoşîna çekdar ya rawa ya gelê me li Bakurê Sûriyeye, roja salvegera bajarê Minbicê ji zulma DAIŞ‘ê, her wiha roja komkujiya gundê “Koço” ya Şengalê ye. Êrîşa li ser Şengalê wekî întîqama li hemberî van serkeftinan e.

Bi navê tevgera me, ji ber şehadeta yek ji sembolên berxwedanê Zekî Şengalî em sersaxiyê ji gelê me yê Êzidî û tevahî gelê Kurd re dixwazin. Şehîd Zekî jiyana xwe xist xizmeta doza gelê xwe, di parastina Şengal de roleke mezin list, her wiha rolekî xwe ya girîng di xizmeta gelê me yê Êzidî pêk anî ku rêveberiya xwe ya azad û hêza xwe ya xweser ava bikin da ku dîrok û nasnameya xwe biparêzin. Şehadeta fermandar Zekî Şengalî ji bo gelê Kurdistanî bi giştî û bi taybet gelê Êzidî windahiyeke mezin e, her wiha ji ber ku fermandarekî Tevgera Azadiya Kurdistanê bû. Zekî Şengalî wê hertim ronahiya berxwedanê be giyan û îradeya wî wê bibe riya gelê me ya ber bi serkeftinê ve. Şehîd Zekî Şengalî li Rojava bi tewazinbûyîn, hezkirina xwe ya ji bo gelê xwe dihat naskirin.

Her wiha em bang li hikûmeta Iraq û Başûrê Kurdistanê dikin ku erka xa ya derbarê êrîşa faşîst a li ser gelê me yê Êzidî yên li Şengalê bi cih bînin û helwesta xwe aşkere bikin, ji ber êrîşa li ser Şengalê cihê gelek gumana ne, divê gelek mijar werin zelalkirin û bê deng nemînin,  derbarê binpêkirina xaka Iraqê divê li gorî qanûnên navdewletî tevbigerin. Bêdengî xeteriyeke mezin, tê wateya ku destê Tirkiyê li Iraqê heye û rêveberiya li wir ne berpirsyare û nunertiya gel nake. Em bang li gelê me, hemû partî û saziyan dikin ku li ser kiryarên dewleta terorîst-Tirkiyê- li Şengalê helwesta xwe diyar bikin. Gelê me yê Şengalê rastî binpêkirinên terorê tê, her kes li hemberî van binpêkirinan berpirsyar e.

Em piştgiriya gelê Êzidî û sîstema wan a xweser dikin û bang li her kesî dikin ku li hemberî zêdegaviyên Tirkiyê li Şengal û Başurê Kurdistanê destekê bidin Şenglê. Her wiha em hemû şehîdan û Şehîd Zekî Şengalî bi bîr tînin.”