حركة المجتمع الديمقراطي

TEV-DEM: Topbarana li ser Şengalê berdewama êrîşa DAIŞ’ê ye

676

Tevgera Civaka Demokratîk topbarana dewleta Tirk a li dijî herêma Şengalê ya başûrê Kurdistanê bi tundî şermezar kir û diyar kir ku ev topbaran berdewama êrîşa DAIŞ’ê ya havîna 2014’an e.

Ev helwest di daxuyaniya heftane ya Navenda Têkiliyên Dîplomasî ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) de hate gotin.

Di daxuyaniyê de rewşa li Efrînê hate nirxandin û behsa destdirêjiyên dewleta Tirk a dagirker çeteyên girêdayî wê li Efrînê kir û got ku kirinên wan ji yên çeteyên DAIŞ’ê ya terorîst ne cuda ne. Her wiha diyar kir ku pêşveçûnên metirsîdar rû didin û dijberiyeke eşkere li hemberî azadiyan, baweriyan û çandên herêmê tê meşandin. Welatiyên Êzidî û Elewî neçarî îslamîbûnê dikin û rê ûr esmên wan sînordar dikin.

TEV-DEM’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir çeteyên girêdayî Tirkiyeyê û bi alîkariya dewletga Tirk welatiyên Êzidî û Elewî neçarî îslamîbûnê dikin û rê û resmên olî yên van her du pêkhateyan sînordar dike. Komên çete her wiha deverên pîroz û perestgehan dişewitînin û wiha got: “Di dema ku em aştîbûna ola îslamê piştrast dikin de, lê evan destdirêjiya li azadiya kesan û olan berûvajî nirxên ola Îslamî bi xwe ne. Em bang li aliyên têkldar ên cîhanê dikin ku helwesta xwe li hemberî van destdirêjiyên Tirkiyeyê yên metirsîdar li Efrînê zelal bikin. Em piştrast dikin ku rizgarkirina Efrînê gava herî girîng e û divê hemû alî beşdarî pêkanîna wê bibin.”

TEV-DEM’ê di daxuyaniya xwe de her wiha duyemîn salvegera rizgarkirina bajarê Minbicê pîroz kir û wiha got: “Em duyemîn salvegera rizgarkirina bajarê Minbicê li hemû pêkhateyên herêmê pîroz dikin. Bajarê Minbicê mînaka rasteqîn a jiyana hevbeş û mînaka rasteqîn a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e. Ji bo welatiyên Minbicê bi awayekî azad sîstema xwe ya rêveberiyê ava bikin û pêş bixînin em ê tê bikoşin. Bi vê boneyê em hemû şehîdên azadiya gelan bi bîr tînin û em berxwedana leheng a li dijî rêxistina DAIŞ’ê û hemû komên terorîst silav dikin.”

Bakurê Sûriyeyê û îradeya wê ya siyasî mînaka rasteqîn a parastina yekitiya Sûriyeyê ye

Derbarê rewşa dawî ya Sûriyeyê TEV-DEM’ê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku gelek hêz û aliyên ku bazirganiyê li ser çarenûsa gelê Sûriyeyê dikin, hewl didin pilan û ajandeyên xwe pêk bînin û dibe di encama van pilan û berjewendiya van hêzan de Sûriye parçe bibe.

TEV-DEM’ê her wiha kirinên van aliyên ku bazirganiyê li ser çarenûsa gelê Sûriyeyê dikin şermezar kirin û wiha piştrast kir: “Bilindkirina ala Tirkiyeyê li ser axa welat û guhertina navê qad û deverên giştî û ferzkirina zimanê Tirkî li ser welatiyan, nemaze hewldanên zêdekirina herêmeke Sûriyeyê li nexşeya Tirkiyeyê, siyaseteke metirsîdar e û fektorekî li dijî yekitiya gelê Sûriyeyê ye.” TEV-DEM’ê bang li hêzên Sûriyeyê kir ku bi rihekî berpirsyar tevbigerin û rê li pêşiya vê siyaseta metirsîdar bigirin. TEV-DEM’ê destnîşan kir ku Bakurê Sûriyeyê bi îradeya xwe ya siyasî mînaka rasteqîn a parastina yekitiya Sûriyeyê ye.

Navenda Têkiliyên Dîplomasî ya Tevgera Civaka Demokratîk di dawiya daxuyaniya xwe de her wiha behsa topbarana artêşa Tirk a dagirker li dijî herêma Şengalê ya başûrê Kurdistanê kir û wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: “Em piştrast dikin ku topbarana artêşa Tirk a dagirker li dijî Şengalê berdewama êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya havîna 2014’an e. Ev êrîş aşkera serweriya komara Iraqê û başûrê Kurdistanê binpê dike. Em bang li hêzên Iraqê û başûrê Kurdistanê dikin ku helwesta xwe li hemberî van destdirêjiyên li dijî gelê Şengalê zelal nîşan bidin û rê li pêşiya hemleyên komkujiya li dijî gelê Kurd û bi taybet Êzidiyan bigirin.”