Kongreya 7`emîn a Kongreya Star li ser asta Rojava û Bakurê Sûriyê bi dûrişmeyaʺBi rihê Berxwedana Serdemê em ê şoreşa jinê civakî bikinʺbi beşdarbûna 700 delegeyan li navenda Aram Tîgran destpê kir.
Kongre li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajaroka Rimêlan a navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişlo tê lidarxistin. Nûnerên ji rêxistinên jinan ên herêmên Bakurê Sûriyê, Dêrazor, Reqa, Tebqa, Başûrê Krudistanê, Ewropa, YPJ û Asayîşa Jinê tev kongreyê bûn.
Cihê kongreyê bi ala Kongreya Star, wêneyên şehîdan û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye xemlandin.
Kongre bi bîranîna cangoriyên azadiyê destpê kir. Paşê, Berdevka Kongreya Star Evîn Siwêd axaftina vekirinê kir û bal kişand ser têkoşîna jinê di pêvajoya şoreşê li Sûriyê de.
Evîn diyar kir ku çeteyên DAIŞ`ê li herêmên ku dagir kirine kiryarên hovane li dijî jinan dane meşandin, lê bi saya YPJ`ê dikaribû şerê hêza tarî û zordar bikin.
Her wiha Evîn Siwêd rola Kongreya Star di hemû aliyan de bi bîr xist û got ev kongre wê guhartinan bi xwe re bîne da ku asta têkoşîna jinê li hundir û derve Sûriyê bilind bikin.
Li gorî komîteya amadekar a kongreyê, wê kongre du rojan dewam bike. Roja yekê wê axaftin werin kirin, her wiha rewşa siyasî wê were nîqaşkirin, rapora xebatê ya duh salan a Kongreya Star were xwend û nirxandin.
Roja duyemîn jî wê rêziknameya Kongreya Star were xwendin û nîqaşkirin û hilbijartin ji bo desteyên rêveber ên nû werin kirin.