حركة المجتمع الديمقراطي

‘Projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk xelasiya aloziya Sûriyeyê ye’

700

Hejmarek ji rûspiyên êlên Ereban diyar kir ku tecrubeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Bakurê Sûriyeyê gelek destkeftiyên dîrokî li ser hemû astan bi dest xistine.

Rûspiyên êlên ereban tekez kir ku gel bi rêya Rêveberiya Xweser a Bakurê Sûriyeyê di karîbûnê xwe li hemberî destwerdanên derve biparêzin û xwe bi xwe, xwe bi rêxistin bikin.

Rûspiyên êlên Ereban bi hêvî ne ku ev tecrube li herêmên din ên Sûriyeyê bi cih were, ji ber ku ew proje xelasiya aloziya Sûriyeyê tekez dike. Têkildarî mijara projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, girîngî û destkeftiyên ku bi dest xistine, hejmarek rûspiyên êlên Ereban ji ajansa me re nêrînên xwe parve kirin.

Rûspiyê êla El-Zubêd Raxib El-Faris wiha got: “Projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk rêgeza jiyana hevbeş di navbera hemû pêkhateyan de ji xwe re bingeh digire. Ji destpêka Şoreşa Sûriyeyê ve gelên Rojava-Bakurê Sûriyeyê proje ji xwe re bingeh girtin û li ser wê xwe bi rêxistin kirin û gelek destkeftî wek aramî û ewlehî berovajî herêmên din bi dest xistin.

Her wiha Faris diyar kir ku projeyê hemû pêkhate hembêz kir. Ji ber wê gel li dora projeyê kom bûn û dest bi birêxistinbûnê li ser pêngavan kir. Pêngava yekem, avakirina komînan, meclisan û her wiha avakirina hêzeke leşkerî ji bo parastina xaka welat bû.

Li gorî El-Faris ji girîngtirîn destkeftiyên projeyê, jiyana hevbeş a ku hemû pêkhateyan li ser pergala neteweya demokratîk kom kiriye û wiha pê de çû: “Ji destpêka damezirandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve, herêmên Bakurê Sûriyeyê di hemû waran de geş bûn. Her wiha Rêveberiya Xweser di kêmkirina diyardeya bêkariyê de rolek lîst. Ew jî bi rêya pêşkêşkirina gelek projeyên aborî, peydakirina derfetên kar û pêkanîna xwe bi xwe têrkirinê, pêk hatin. Her wiha Yekîneyên Parastina Gel, QSD’ê û Hêzên Erka Xweparastinê yên ku endamên wan zarokên vê herêmê ne, herêmên xwe rizgar kirin û parastin û ewlehiya herêmê bi cih anîn.”

Ji aliyê xwe ve rûspiyê êla Benî Seba Salih El-Ehmed jî wiha got: “Rêveberiya Xweseriya Demokratîk xelasiya gelê Sûriyeyê ye. Ruxmî şer û wêrankirinê li Sûriyeyê projeya Rêveberiya Xweser gelek destkeftî di warên siyasî, leşkerî, civakî û heta aborî de bi dest xistin. Me ji cîhanê re îsbat kir ku gel dikare xwe bi rê ve bibe û tu kes nikare wî têk bibe. Mînaka herî berbiçav qewirandina DAIŞ’ê ji herêmên Bakurê Sûriyeyê ye.”

Salih destnîşan kir ku wan di warê leşkerî de DAIŞ ji herêmê qewirand, her wiha warê siyasî bi girîngiya wê ye û wiha got: “Ji aliyê siyasetê ve me gelek gavên cidî avêtine. Ew jî li gorî rewşa me têrê nake. Pêwîstiya me bi kesayetên berpirsyar heye ji bo ku em destkeftiyên din di vî warî de bi dest bixin.”

Salih hêviyên xwe bi projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk anîn ziman û diyar kir ku baweriya wan her ku çû zêde bû. Bi taybet piştî ku QSD’ê tekez kir ku ew amade ne kesên ku ji Siwêdayê hatine revandin bi endamên çeteyên DAIŞ’ê re biguherînin û ew jî destnîşan dike ku proje demokratîk e û ji bo hemû pêkhateyan e. El-Faris hêvî kir ku ev proje dê li hemû herêmên Sûriyeyê belav bibe.

Di dawiya axaftina xwe de El-Faris wiha pê de çû: “Îro em ne hewcedarên tu kesî ne ku were me bi rê ve bibe. Me îsbat kir ku em dikarin herêmên xwe bi rê ve bibin û em dikarin berpirsyara xwe ya ku me ji rêgezên neteweya demokatîk û fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan girtiye, tehemûl bikin.”

Berdevkê êlên El-Şerabîn Mihemed Arif El-Hemdon tekez kir ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Bakurê Sûriyeyê ji hemû pêkhateyên Sûriyeyê re sîwana bingehîn e. Ew projek pirrengî û demokartîk e. Yekgirtina xaka Sûriyeyê diparêze û ji bo biratiya gelan nimûneyeke.

Di dawiyê de Arif got ku ew bi hêvî ye ku ev proje li hemû Sûriyeyê were bicihkirin.