Xwendekarên navîn û amadehî yên Efrînê ku li kantona Şehbayê perwerdeya xwe qedandin karmendên xwe wergirtin.
Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Kantona Efrînê karmend li xwendekarên astên navîn û amadehî, refa neh û bakaloriya ne di nav de, belav kirin.
Komîteyê bi armanca belavkirina karmendan, merasîmek li dar xist.
775 xwendekarên navîn û 494 navîn karmandên xwe wergritin.
Belavkirina karmendan li gel stranên filklorî û xelekên dîlanan pêk hat.
Hêjaye ku xwendekarên refên neh û bakaloriya hîna ezmûnên xwe pêşkêş dikin.
Ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wî yên li ser Efrînê, şêniyên herêmê xwe li kantona Şehbayê girtin. Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk ji bo ku xwendekar bê perwerde nemînin, perwerdeya wan li dibistanên Şehbayê domand.