حركة المجتمع الديمقراطي

Emîna Umer: Armanca me çareserkirina aloziyê bi riya diyalogan

661

Hevseroka MSD‘ê Emîna Umer anî ziman ku MSD‘ê têkoşîna siyasî ya çareserkirina aloziya Sûriyeyê û dawîkirina dagirkeriyê û afirandina Sûriyeyek demokratîk û ne navendî dimeşîne.

Çalakiyên pîrozbahiya salvegera duyemîn a rizgarkirina bajarê Minbicê didome.

Di pîrozbahiyê de, her wiha Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Emîna Umer axivî.

Emîna Umer got, “Rizgarkirina Minbicê ji aliyê QSD û Meclisa Leşkerî ya Minbicê ji çeteyên DAIŞ‘ê gaveke dîrokî ye. Ji ber Minbic xwedî cihekî stratîjîk ji çeteyan re bû, rizgarkirina wê têkçûyîna herî mezin a terorê û alîgirên wê bû.”

Emîna Umer her wiha destnîşan kir ku Minbic di dîroka herêmê de xwedî cihekî şarestanî girîng e, gelek qewm lê jiyan kirin û bû sembola jiyana hevbeş û biratiya gelan e.

Emîna Umer di nava axaftina xwe de bal kişand ku MSD‘ê projeyeke niştimanî, demokratîk ji hemû gelên Sûriyeyê hilgirtiye û ev tişt anî ziman, “Ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê em bi rêjîmê re rûniştin û me ji wan re tekez kirin ku em ji danûstandinan re amade ne. Me gelek mijar nîqaş kirin, lê hîna em negihiştine ti encamî. Hin îdiyên ne rast belav dibin, wekî ku me soz daye gelê xwe, her gavekê ku em bavêjin em ê ji wan re parve bikin.”

Emîna Umer, destnîşan kir ku armanca wan rizgarkirina Sûriyê ji terorê , di serî de Efrîn ji dagirkiriya Tirkiyê û çeteyên wî û wiha domand, “Têkoşîna me ya siyasî bidawîkirina terorê û çareserkirina aloziya Sûriyeye bi riya diyalogan. Her wiha afirandina Sûriyeyeke demokratîk û ne avendî ye.”

Pîrozbahî didome.