حركة المجتمع الديمقراطي

KNK:Bi giyanê 15`ê Tebaxê têkoşîna azadî û rizgariya Kurdistanê bi ser bixin

712

KNK`ê got:ʺEm hêvî dikin gelê Kurdistanê bi ruh û giyanê 15’ê Tebaxê, hemû hêz û şiyana xwe bike yek, tifaqa navxweyî kamilen pêk bîne û dijî her reng zulm û zora dagirkeran, têkoşîna azadî û rizgariya Kurdistanê bi ser bixe û bigihe armanca mezin.”

Konseya Rêveber a KNK’ê bi wesîleya salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di destpêka daxuyaniyê de işaret bi zilm û zordariya cûntaya faşîst a 12’ê Îlona 1980’î hate kirin û hate gotin, “Di wê atmosfera dijwar de têkoşîn û berxwedaneke wêrekane hate nîşandan û bi teqandina fîşeka 15’ê Tebaxê ya 1984’ê, banga azadî û rizgariya Kurd û Kurdistanê li seranserê Kurdistan, Tirkiye û Dinyayê careke din hate îlan kirin.”

KNK’ê diyar kir ku bi wê hewildanê re çirûska şoreşa Kurdistanê îro bû agirekî gur û geş li welat û Rojhilata Navîn û wiha dewam kir: “Egîdê egîdan bi komeke şervanên azadiyê dest pê kirin û îro bûne hêzeke mezin a gerîla li Kurdistanê û Rojhilata Navîn. Ev bi serê xwe serkevtineke di prosesa têkoşîn û berxwedana doza Kurdistanê de li bakur. Ev hemle û pêngava 15ê Tebaxê bila li temamî xelkê Kurd, xelkên Kurdistanê û Rojhilatanavîn pîroz be.”

Konseya Rêveber a KNK’ê da xuyakirin ku di salvegera 34’an a Pêngava 15’ê Tebaxê de dewleta Tirk êrîşkariya xwe bi hemû rê û rêbazan didomîne û got, “TC li beramberî hêz, şiyan, berxwedan û têkoşîna xelkê Kurd û hemû Kurdistaniyan ketiye nav eczeke kûr û bi vê hirs û kînê şer û êrişkariya xwe her diçe zêde dike. Di vê kiryara xwe ya dijî mirovî de hemû çek û sîlehên birandina jiyanê bi kar tîne. Ji hewayî, ji erdî bombeyên jahrê û agirî li ser xelkê me dibarîne. Digel jiyana mirovî, xweza û jîngeha Kurdistanê jî kiriye cehnem. Ji Dersimê heta Hekariyê, ji Qersê heta Entabê çu çiya, dol û niwal nehêlan ku bombeyan nebarîne. Dar û daristan sotin, av û derav pangandin û bi çêkirina bend û barajan xelkê xwecih da koç kirin.

Êrîşên TC’ê tenê li bakur nînin, li rojava û li başûr jî berdewamin. Li van herdu parçeyan jî, êrîş dike û herêmê dagir dike. Ji serê vê salê ve li rojava Efrîn, li başûr herêma Sîdekan dagir kiriye. Li van herêman û li seranserê Kurdistanê, bi ruhê 15’ê Tebaxê, berxwedanek xurt û bê hempa tê meşandin.”

KNK’ê da xuyakirin ku dewleta Tirk îro zîviriye rojên berê yên salên 80’î û dixwaze berxwedana xelkê Kurd, bizava rizgarî û azadiya Kurdistanê bifetisîne û wiha dewam kir: “Sîstema dad û dadgehê bûye toqa girêdan û esareta têkoşerên Kurdistanê. Dîsa ji berxwedêrên doza Kurdistanê zîndan tejî kirine. Şîdet û êşkenceya ji aliyê polîs û leşkeran ve bûye karekî rûtîn yê jiyanê li ser hemû xelkê Kurdistanê.

Lê belê ev liv û kiryar, ev hemî hewildan pûç û bê binî ne. Kurd, Kurdistanî bi ruh û giyanê 15’ê Tebaxê di nav berxwedan û têkoşîneke xurt de ne. Binketin a TC’ê ye. Serketin a gelê Kurdistanê ye.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, “Em salvegera 15’ê Tebaxê ya 34’an bi dilgermî pîroz dikin, şehîdên şoreşê bi rêz û hurmet bîr tînin, li ber bîranîna wan bejna xwe ditewînin. Çi şehît, çi sax ên ku ev gava dîrokî avêtine û dane avêhtin, bila silava herî mezin li wan be, em hemî deyndarê wana ne. Em hêvî dikin gelê Kurdistanê bi ruh û giyanê 15’ê Tebaxê, hemû hêz û şiyana xwe bike yek, tifaqa navxweyî kamilen pêk bîne û dijî her reng zulm û zora dagirkeran, têkoşîna azadî û rizgariya Kurdistanê bi ser bixe û bigihe armanca mezin.”